Nêçîran Barzanî: Têkdan û şewitandin diyardeyeke xerîbe
Hevwelatiyên xweştiviyên Kurdistanê, hevalên ezîz, ev dema we baş
Mixabin, careke din alozî û têkdan, dûr ji hemû qanûn û ayasayan li hindek deverên herêma Kurdistanê çê bûn ku vê yekê jî em gelek dilgiran kirin. Vê carê dûr ji peyrewê ol, kultur û rewiştên civakî çend kesekan dixwest diyardeya têkdan, şewitandin û wêrankirinê bîne Kurdistanê. Bê guman ev jî diyardeyeke xerîbe bo xelkê Kurdistanê. Em hertim şanaziyê bi wê yekê dikin ku, gelê me kultura hevqebûlkirinê peyrew dike û di dirêjahiya dîrokê de her wesa bûye. Ji ber hindê ji bo vê diyardeye xerîb tu hêcet nînin.
Nabe û nayê qebûl kirin ku cudahiya olî û bîrûbaweriyên siyasî, civakî û kulturî ji bo encamdana şidetê bibine fakterek. Em weke aliyekî sereke di desthilata herêma Kurdistanê de, di demekê de ku em hewila pêkanîna aramî û asayîşa herêma Kurdistanê didin ji egerê tirsnakên derve, di vê demê de em dibînin li navxwe xerîke kultureke nû serî hilde ku digel buhayên tu civakeke pêşkeftinxwaz nagince.
Ew alozî di demekêde çêbûn ku em dibînin guhertinên mezin li tevaya hermê bi rêvene û tê çaverêkirin ku kurdên parçeyên din jî bigihîjin mafên xwe. Ji ber hindê, bi dîtina me, pêwîste di vê qonaxa hesas de derî ji bo milmilaneyên bi vê awayî neyê venekin û berjewendiyên balayên gelê me li bar çavan bigirin ew jî bi parastina yekrêzî, biratî û pêkvejiyanê dibe.
Herêma Kurdistanê di pêşveçûnên berdewam û lezgîn deye, digel pêşveçûnan diyardeyên nû jî serhildidin, hevwelatiyên Kurdistanê, yan jî partî û aliyên siyasî divê maf, azadî û azadiya kesî li berçavan bigirin ku ji bo hemûyan hatine misoger kirin. Eger na, em dikarin bi rêya qanûn û parlamentoya Kurdistanê gilî bikin û dîtin û hizrên xwe berçav bikin, ne bi rêya mînberên mizgeftan ji bo diyardeyên têkdanê teşwîqa xelkê bikin. Jiber hindê ka çawa di hemû qonaxan de mamosteyên birêz yên olî xwedî helwest bûn û rastî gihandiye cemawerî, îro jî divê bi heman awayî hest bi berpirsiyariya olî, netewî û civakî bikin û peyama aşitî, yekrêzî û pêkvejiyanê bigehînin.
Di bûyerên vê dawî de, li Zaxo û hindke deverên din, bi awayekî ne adil êrîş kirin ser milik û malê birayên me yên mesîhî û êzidî û gelek ziyan û zerer gihaniye hotêl û cîyên din yê tûrîstî ku ev diyardeye cîyê nerehetî û dilgiraniyê ye. Di heman demê de em dibînin di dema her aloziyekê de hindek kes êrîş dikin ser baregayan û dixwazin alkoziya kûrtir bikin. Ji ber hindê êrîşkirin aser baregayên Yekgirtuya Îslamî ji aliyê hindek kesan ve cîyê dilgiraniya me ye. Bê guman diviya bû karên cidî bihatana kirin da ku ew yeke nahata kirin. Lê belê ew diyardeyeke û divê hemû alî kar ji bo nehîlana wê diyardeyê bikin. Ji ber ku ji bilî têkdana yekrêziya gele me tu fêdeya wê nîne.
Em di dirêjiya dîrokê de neçar bûne bergiriyê ji hebûn û nasnameya xwe d bikin û ji bona azadiyê xebatê bikin. Îro li jêr sîbera azadî û demokrasiyê de hindek dixwazin rewşê aloz bikin û kultureke xerîb bîne nav civaka me.
Em hemû rewşa deverên din yên Îraqê li ber çavên xwe dibînin ka di çi rewşeke xerab dane. Wan hev du qebûl nekir karesat bi serê xelkê xwe de anîn. Ji ber hindê em rê nadin ku herêma Kurdistanê ber bi aqarekê aloz û hejiyayî ve biçe.
Nabe azadî bibe hokarek ji bo bêdengkirina hindek kesan ji aliyê kesên din ve. Cîyê wan kesan di nav civaka me de nabe ku li jêr sîbera azadî û demikrasiyê, azadiya xelkê din bin pê bikin. Divê hemû alîyek rêzê li buhayên olî, civakî û dîtinê cihê yên siyasî bigire.
Ez berê gotinên xwe didim partiyên desthilatdar û birayên me li nav opozisyênê ku ew dem hatiye em bi diyaloga niştimanî pabend bin û hemû pirsgirêk û giriftariyan li ser masê behis bikin. Nabe cudahiyên siyasî bibin hokarê têkdana struktura civarî, çunkî herêma Kurdistanê cîyê tevaya ol û neteweyan tê de dibe. Ez pişt rastim ku bêy hevkarî û piştgiriya hemû aliyan pirsgrêk çareser nabin û em nikarin yekrêziya xwe biparêzin. Hestkirin bi perpirsiyariya zêdetir dê zûtir me bigihîne armancên me yên pîroz û bidestxistina destkeftiyên zîdetir bo gelê me.
Hêvîdarim hemû alî, partiyên siyasî, rêxistinên civaka medenî, saziyên ragehandinê û hevwelatiyên ezîz li navxwe û derve, li astê berprisiyariya dîrokî bin û hewil bidin kirîzê bi diyalog û bi rêya qanûnê çareser bikin. Divê em hemû bi hev re rê li pêşiya vê diyardeya xerîb bigirin û nebine beşek ji azirandina kultura nexwestek. Bila yasa serwer be û derfet bidin desthilata dadweriya herêma Kurdistanê û ew komîteyên ji aliyê cenabê serokê herêma Kurdistanê ve hatîne pêkanîn bi wê qwzîfeyê rabin ku jê re hatiye diyar kirin. Çunkî yasa di ser hemû tiştan re ye û parlamentoya Kurdistanê jî ku nûneratiya tevaya hevwelatiyên Kurdistanê dike êkane mercîyete bo biryardan li ser her pirsekê ku berjewendiya gel û herêma Kurdistanê tê de be.