Polîtîk

Serokê Kurdistanê li gel nûnerên partî û aliyên siyasî civiya


Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê li Selahedîn li gel Nnûnerên partî û aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê bi cudahiya îdeoloji û netewe û ol û nêrînên siyasiyan ve civiya û rastiya pêvajoya devera Zaxo û hinek navçeyên parêzgeha Dihokê ronahîkir.

Li destpêka civînê de ku Serokê Parlemen û Serokê Hikûmet û Cîgirên wan û Serokê Yekîtiya Zanayên Ola Îslam li Kurdistanê amadebûn. Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina amadevanan dûpatkir ku ew êrîşên li ser cihên geşt û guzariyan hatiye kirin şaşiyeke mezin bû û ziyanê bi nav û dengiya Herêma Kurdistanê de gihandiye û eve jî ragihand ku azadiya îroya Herêma Kurdistanê cihê şanaziya hemû xelkê Kurdistane û ji bo parastina pêkve jiyana neteweyî û olî jî xebatekî zêde kiriye û daxwaz li hemû hizb û aliyên siyasiyan kir ku li ruyê her hewlekî rawestin ku bixwazin aramiya civakiya xelkê Kurdistanê têkbidin û pêkve jiyana neteweyî û olî li Herêmê da bixe metirsiyê ve.

Her wiha daxwaz kirin ku li serxistina karê wê lîjneyê beşdar bibin ku ji aliyê cenabê wî ve hatiye pêkanîn. Ji bo lêkolîna vê pêvajoyê jî karê ciddî jî bikin bo ku ev rûdaw dûbare nebê. Ji ber ku eve ne li qazanca tu kes û aliyeke û li zererê hemû Kurdistane.

Serok Barzanî ronahî jî kir ku biryar bû her sê‌ aliyên hevrikan jî li vê civînê de beşdar bibin û bi awayekî fermî jî hatibûn vexwendin. Lê belê amade nebûn beşdarî bikin. Me hez dikir ew jî beşdar bibin bo ku guh bidîn nêrîna wan jî, lê belê ku beşdar nebûn ew bi xwe azadin li wê biryara ku wergirtine û hêvî xwest ku ragihandin xwe hêwir bike û li tometbarkirina tu kes û aliyek de lezê neke. Ji ber ku ew lîjneyên ku pêkhatiye hemû tiştan bi belge ve dixe rû û êdî her kes û aliyek xeta bar bê didine dadgeh û sizaya xwe werdigrê û encam jî gelek bi şefafiyetê ve dihêne ragihandin.

Hebûna cudahiya siyasî tiştekî siruştiye, lê belê ku kar bigihe wê yekê ku aramiya civakî û pêkve jiyana birayaneya hemû pêkhatên gelê Kurdistanê bikevê metirsiyê ve eve nabê bê deng bibîn.

Em gelê Kurdistanê pêkve dijîn û şanaziyê jî bi dîroka pêkve jiyana xwe dikîn û hemû gelên cîhanê jî bi wê pêkve jiyana me jî sersamin. Êdî çawa war bidin bi her kes û aliyek bê wê dîrokê veşerê û lekedar bike. Raste hinek tişt hene lê belê eve divê li gor yasa û bê neku hêviyê bibine ber tundutîjiyê.

Ji aliyê min ve ol exlaqe û şîretkirine, ji bo wê yekê pêwîste mamostayên olî rola xwe ya ber bi çav bibînin û çarenûsa xelkê Kurdistanê jî divê li ser rûyê pêwendiyên di navbera hizb û aliyan bê ku divê em bi hemû aliyek ve biparêzîn.

Li dawiya civînê de nûnerên aliyên siyasiyên amadevanên civînê dîtin û nêrînên xwe yên sebaret bi rûdawan xisterû û balkişandin li ser wê yekê ku armanc ji wan rûdawan neşîrîn kirina wêneya gelê Kurdistanê bûye li derve û dirustkirina pişêwiyek bûye ji bo wê yekê desthilat bi tiştê ne esasî mijul bikin û bingeha karên hevbeş jî têkbidin.

Li vê dawiyê da hatibû holê û hêwirkirina pêvajoyeke bi karekî pêwîst zanî û têkdana aramiya civakî û pêkve jiyana birayaneya hemû pêkhatên neteweyî û oliyên civaka Kurdistanê jî bi hêla sor danî û tekez jî li wê yekê kir ku nabê‌ pişêwî bixine nav Herêmê ji ber ku eger eve rûda Herêm lawaz dibê û welatên cîhanê jî wê piştgîriyê lê nakin ku berê dikirin û kok jî bûn li ser wê yekê ku divê piştevaniya vê lîjneya taybetî bikin ku Serok Barzanî ji bo lêkolîna rûdawan pêkaniye û pêdagiriyê jî li wê yekê kir ku pêgeha destûriyên Herêmê divê bihêne parastin û hemû aliyek jî îbretê li wan rûdawên tehl wergirin bo ku dûbare nebê û her hemû jî hewldanên Serok Barzanî bilind nirxand li aramkirina pêvajoya û bergirîkirina li pêkve jiyana birayaneya hemû pêkhatên Kurdistanê.

Back to top button