Civak
Nokia 1233 fermanberan derdixe
Kompanya Nokia ku kompanyayeke Fînlandî ye, biryarê daye hezar û 233 fermanberên xwe derbixe ku li grûpa Alcatel-Lucent International de kar dikin.
Ew kesên ku têne derxistin yek li ser sê ya giştiya fermanberên kompanyayê ne ku bi giştî 3.624 fermanberên xwe heye. Ji wan fermanberên ku têne derxistin jî 831 kes ji wan li leqa Nozayê bûn, 402 kes jî li leqa Lanyonê kar dikirin.
Her wiha komek kompanya hene ku wekî Locent li bin serpereştiya Nokia da kar dikin û ew biryara nokia wan kompanyayên Fransî yên Radio Frekans systems, nokia Bel Libz Frans û Alcatel Sabmarîn li xwe nagrê.