Nivîskarên Kurd li Swêdê cejna Newrozê li Kurdistaniyan pîroz dike
Em agirê Newrozê ji bo azadî, demokrasî, yekitî û aramîya civakî geş bikin!
Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê cejna Newrozê ya gelê Kurdistanê pîroz dike.
Hêviya saleke xweş, aram, hevgirtî, bextewar û serketî ji bo gelê kurdistanê, endamên xwe û hemû dildar û xebatkarên ziman, edebiyat û kultura kurdî dike.
Bi vê munasebeta girîng, Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê hêvîdar e ku rewşenbîr, nivîskar, berpisiyarên siyasî û gelê me ji bo azadî, demokrasî, yekitî û aramiya civakî ya gelê Kurdistanê bêtir hewl bidin; di her warî de li ziman, edebiyat û kultura xwe bêtir xwedî derkevin, alîkarî û piştgiriya xebat û hewldanên di vî warî de geştir bikin, da ku em agirê Newrozê sembola serxwebûn û azadiyê ji bo azadî, demokrasî, yekitîya gelê Kurdistanê û herweha ji bo ziman, edebiyat û kultura kurdî jî bikin meşaleya parastin, geşkirin û azadiyê…
Stockholm, 21ê adarê 2011
Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê
Zinar Soran
www.niviskar.se