Serok Barzanî tevî welatiyên kurd agirê newrozê pê kir
Îro bi beşdariya hijmareke zê de Dîplomatkar û Nunerên welatên biyanî û her wiha bi beşdariya Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî li Parka Şehîd Samî Ebdulrehman a li Bajarê Hewlêrê Cejina Sersala nû ya Gelê Kurd hate pîrozkirin.
Di destpêka vê merasima han de Serokê Kurdistanê û çendîn Dîplomatkar û Nunerên welatên biyanî tevî hijmareke zêde Şîniyên Bajarê Hewlêrê agira Newrozê hate pêxistin û piştre jî mêwan û beşdarwanan dest bi govend û dîlanên Kurdî kirin.
Konsulusê Amerîkayê yê li Bexdayê, Konsulusê Franseyê yê li Hewlêrê û Bexdayê, Nunerê Sekreterê NY yê li Îraq, Konsulusên Tirkiyeyê yên li Hewlêr û Bexdayê û çendîn Nunerên din ji welatên Erebî û Ewropî di nava heyeta beşdar kirî di merasima Cejina Sersala nû ya Gelê Kurd de bûn.
Piştî hilkirina agira Newrozê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî peyvek pêşkeş kir ku, ev jî texta vêye;
Bi navê xwedê mezin û dilovan
Xweşik û birayên birêz, mêwanên hêja û birûmet
Dostên birêz û mêwanên hêja û Konsulus, Nunerên welatên dost û hevpeyman
Rê bidine min ku, li ser navê xwe û Gelê Kurd bi xêr hatina we bikim.
Em gelek keyfxweş û xweşhalîn ku, we wexwandina me pejrandiye ji bo beşdarî kirina di merasima Cenjina nû ya Gelê Me de, ev roj rojeke gelek girînge ji bo Gelê Me,
Ez di vê baweriyê de me ku, çawe mirov di dema çê bûna xwe de pêdeviya xwe bi heva, av, ax û tawê heye, her wisajî pêdeviya xwe bi azadî heye beriya 2700 salan Ciwaneke Kurd bi navê Kawe êrêşî Dîktatorê demê kiriye û texta vê hilweşandiye wateya vê eve ku, Gelê me her tim di nava Dîroka xwe de li dijî zilim û dîktatoriyetê şer kiriye.
Lewre ez di vê baweriyê deme ku, pêwîste her kes di nava her welatekî de rêz ji azadî û wek hevî bigre.
Kaweya hasnkar jî ev yek bi me nîşan da ku, jiyan bêyî azadî û wekhevî ti wateyeke xwe tuneye lewre pêwîste em hewl bidin daku, azadî, wekhevî û demokrasî di nava civakên xwe de zal bikin.
Careke din hun gelek bixêr hatin ser çavan û zûr spasiya we dikim.
(KTV)