Polîtîk

Serokê hikûmetê cejna Newrozê pîroz kir

Cemawerê xweştiviyê Kurdistanê.

Bi minasebeta cejna Newrozê ya pîroz, pîrozbahiyên gerim pêşkeşî yek bi yekên xelkê Kurdistanê, şêniyên bajar, gund û hemû kategoriyên herêma Kurdistanê, dikim. Herwesa pîrozbahiyên taybetî pêşkeşî xelkê ezîzê Kerkûka me dikim ku, di serhildana mezina sala 1991ê de bi rizgarkirina wî bajarê me yê ezîz taca serkeftinê me li ser danî.

Îsal ku em cejna netewiya xwe pîroz dikîn, Kurdistan di rewş û pêvajoyek nazik de derbas dibe, ji ber vê yekê wezîfeya ser milên me hemûyane ku bi hestê berpirsiyariya netewî î niştimnaî tevbigerîn û bi hev re nakokî û cudahiyên xwe bikîn fakterê xurtbûna vê tecrûbeyê û çareserkirina alozî û pirsgirêkan bi awayekî ku hevwelatî û berjewendiyên xelkî esasê yekalîkirina hemû milmilanên siyasî be.

Di dawiyê de, tevî pîrozbahî û xweşîstiyan, ez hêvîdar im hemû salan bi xweşî û bi destkeftiyên zîdetir cejna Newrozê li hemû xakê vê Kurdistana ezîz pîroz bikîn û em hemû bi diyalog û lihevtêgihştinê serwerî û destkeftiyên xwe biparêzîn û alozî û pirsgirêkên xwe bi heman ruhê çareser bikîn.

Digel silav û rêzan

Dr. Berhem Salih
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê

Back to top button