Peyama newrozê ya Sekreterê Giştî yê PDKÎ

Peyama newrozî a Sekreterê Giştî yê PDKÎ

Hevwelatiyên xebatkar!

Newroz, destpêka sala nû a Rojî ji we ên xweştevî, bi taybetî malbatên serbilin ên şehîdên riya azadiya welatê me û girtiyên siyasî pîroz be.

Bi dawîhatina sala 1389’ a Rojî, salek din a pirr ji zext û givaş, tepeserî, giranî, hejarî û berxwedana qehremanane a sercem xelkê nîştinamperwer bi taybetî ciwanên Kurdistanê, bidawî hat û bi newroz û destpêka sala 1390’a Rojî rûpelek nû ji xebat û berxwedanî bo biçokdeanîna rejîma serberedayî a Komara Îslamî di rewşekê de destpê dike ku encama hêvîbexş a pêlên bihêz ên xebata xelkê bêzarbûyî yê beşek berbiçav ji welatên Afrîqa û Rojhilata Navîn dijî desthilatên serberedayî û çimisanker û dam û dezgehên pirrçek û di rûyekî de bihêz, roxandin û paşdekişandina wan, di heman dem de damawî û bêçaremana rejîma Komara Îslamî, şiyan û hêzek nû dide hemû xebatkarên welatê me û asoya me berbi  pêşerojek geş berbi rû dike.

Em bi vê hêviyê ve newroza xwe a nû cejn digrin ku bi xebat û berxwedana berdewam û yekgirtîtir a hemû aliyekê, deriyek nû berbi nemana desthilata serberedayî û serkevtina yekcarî a gel di sala 1390’ê de bidest bixin.

Newroz û sala we ya nû geş û pirr ji şadî be

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Sekreterê Giştî
Mistefa Hicrî

Nerîna min :