Beşdariya diplomatkarên biyanî di Newroza Hewlêrê de

Îro li ser vexwandina Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê hijmareke berpirs û diplomtkarên biyanî, ji bo beşdarîkirinê di cejan Newrozê de, gihiştne herêma Kurdistanê û li balefirgeha Hewlêrê ya navdewletî ji aliyê Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê û Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê ve hatin pêşwazî kiein.

Îro êvarê dê sefîr, şandeyên dipolmasiyên biyanî, nûner û konsolosên welatên biyanî yên li herêma Kurdistanê û hijmareke mêvanan dê digel berpirs û cemawerê herêma Kurdistanê beşdariyê di merasima pêxistina meşxela agirê Newrozê de bikin.

Merasima cejna Newrozê bi hevahengê di navbera wezareta derve ya Îraqê û fermangeha têkeiyên derve ya herêma Kudistanêde hatiye amade kirin.

Nerîna min :