Jiyana Hervîn Osê di xeterê de ye
Îro Hervîn Osê ji zidanê birne nexweşşxanê ji ber ko ketibû birçîbûnê û ji ber îşkenca dijwar ko muxaberatan lê kiribûn .
Rewşa wê ya tendurustî xirab e..
Hervîn û 32 kesên din roja 16/3 hatibûne girtin ji ber xwepêşandana wan li ber dergihê wezareta hundrû ya sûrî, ji bo berdana hemî girtiyên siyasî, lê hêzên ewlekariyê bi tundî û bi lêdan û girtinê bersiv dan.Paşê di zindanê de hemî jinên ko di vê bûyerê de hatî girtin ketina birçîbûneke vekirî de..
Ev birçîbûn ta nuha li zindana Edra hîna berdewam e..Herweha hinek girtiyên siyasî jî berî demekê ketibûne birçîbûnê de, ji wan navên xuya hebûn weke Mişèel Temo, Kemal Lebwanî, Mustefa Cumèe, Hesen Salih, Elî Elebdela, Hebîb Salih, Enwer Elbunî, Seèdûn Şêxo, Merûf Mele Ehmed, Xelef Elcerbûè , Ismaîl Ebdê, M.Seîd Elumer û Mehmûd Barîş..
Hervîn ji Şepola Pêşerojê ya kurdî ye..Ev rêxistin bi serokatiya Meşèel Temo ye..