Kultur

Nivîskarên Kurd kongreya xwe ya 15ê li Stockholmê pêk anî

Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê di 27.11.2010an de, kongreya xwe ya 15an li Stockholmê pêk anî. 21 endamên komeleyê û mêvanan vexwandî beşdarî kongreyê bûn. Di kongreyê de, rapora xebatê û aborî hatin pêşkêş kirin. Piştî nirxandin û gotûbêjên kêrhatî li ser kar û xebata sala çûyî, rapor hatin erê kirin. Nûnerên kongereyê pêşniyarên xwe yên ji bo xebat û çalakiyên pêşerojê pêşkêş kirin û di vî warî de hinek biryarên girîng hatin girtin.

Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê  di 27.11.2010an de, kongreya xwe ya 15an li Stockholmê pêk anî. 21 endamên komeleyê û mêvanan vexwandî  beşdarî kongreyê bûn.

Di kongreyê de, rapora xebatê  û aborî  hatin  pêşkêş kirin. Piştî nirxandin û gotûbêjên kêrhatî li ser kar û xebata sala çûyî, rapor hatin erê kirin.
Nûnerên kongereyê pêşniyarên xwe yên ji bo xebat û çalakiyên pêşerojê pêşkêş kirin û di vî warî de hinek biryarên girîng hatin girtin.

Kongreyê ji bo sala pêşiya me Komîteya Karger ya nû hilbijart:

1. Zinar Soran (serok)
2. Tîmûrê Xelîl (sekreter)
3. Paşa Uzun (sekreterê aborî)
4. Bûbê Eser
5. Dilo Balîn

Komîteya Karger di vê baweriyê de ye ku ji bona komele bikaribe bersiva van biryar û pêşniyarên kongreyê bide, divê di serî  de Komîteya Karger, lê herweha endamên komeleyê bi awakî çalak beşdarî  nav kar û xebatên komeleyê bibin; bi nerîn û pêşniyarên xwe pêvajoya xebatê her geş û zindî bihêlin.

Komeleya Nivîskarên Kurd, destgehekî demoqratîk û serbixwe ye.
Ji bo danasîna ziman û edebîyata kurdî xebatê dike; ji bo zimanê kurdî bibe qada têgihiştîn, dan û stendinê û baweriyên cihê hewl dide.
Di vê çarçoveyê de komele wê hewl bide ku pêwendî  û hevkariyê bi destgehên sivîl yên azad û hevarmanc, yên kurdî û biyanî re bidomîne û geştir bike; xebat û çalakiyên hevbeş amade bike.
Bi hêviya saleke çalak, kêrhatî  û silavên me

Komîteya Karger ya Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê

Back to top button