Polîtîk

Divê turkmen û mesîhî bibin cîgirê serokomar û serokwezîr

Serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de got: Serokê herêma Kurdistanê hertin tekîdê li ser wê yekê dike ku divê hemû pêkhatên cudayên Îraqê beşdariyê di pirosesa siyasî û hikûmeta nû ya îraqê de bikin û di biryardanê de beşdar bin.

Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma kurdistanê di daxuyaniyê de dibêje ku serokê herêma Kurdistanê bi wê yekê re ye ku kesatiyekê turkmen û kesatiyekê mesîhî bibin cîgirê serokomar û cîgirê serokwezîrê Îraqê.

Hisên got: Li ser wî esasî ku nîyeteke heye sê cîgir bo serokwezîr û sê cîgir bo serokomarê Îraqê bên danan, Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê tekîd li ser wê yekê dike û yel ji cîgirên serokmar ji pêkhata turkmenan be û yek ji cîgirênserokwezîrê jî ji mesîhiyan be.

Serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê got ku serok Barzanî hertim bi wê yekê re ye ku hikûmeta nû ya Îraqê ji hemû kêmneteweyan û pêkhatên îraqî pêk bê.

Back to top button