Îroj

29'ê Sermawez

29’ê Sermawez

Di sala 1977’an û di rojekê wekê îroyê Serokê Tarîqeta ‘Perestgeha Xelkê’ yê Jim Jones  li daristanên Guyanayê tevî 913 murîdên xwe xwekuştin.

Tarîqeta ‘Perestgeha Xelkê’ di sala 1977’an de çûne nav daristanekî Guyanayê. Xeyala Jones ew bû ku li vê derê ji meraqa xelkê û çapemeniyê dûr û jiyanekî bi tenhayî bû. Lê di jiyana navçeyê de her tişt guheriye. Jones bi awayekî zêde xwe ji bêhişkeriyê re girê dida û ji vê rewşê jî veşartîbû.Digel murîdên xwe gelek caran provayên xwekûştinê dikirin.

Xizmên murîdên Jones komelayan saz kirin û ji bo serlêdana Jonestownê bi îdiayên binpêkirina mafê mirovan digel çend Senator û ekîbekî rojnamevan çûne navçeyê Tarîqetê. Dema ku ekîb li Jonestownê bûn her tişt asan xuya dikir lê çend murîdên Jones daxwaza derketina navçeyê kirin. Dema ku ekîb vegeriyan çend kes jî bi xwe birin. Ekîb û çend murîdên Jones dema siwarê balafirê bûne ji aliyê mûridên Jonesê ve hatin gule baran kirin û di vê bûyerê de 5 kes jiyana xwe ji dest dan. Di heman şevê de 911 murîdên Jones bi hev re xwekuştin.

Hemî murîd bi kokteyla siyanûrî û bi rêya enjektorê xwekuştin Jones jî bi çek xwekuştiye. Piştî rojekî endamên çapemeniyê bi kopterekî çûne cihê bûyerê û rastî dîmenê tên. Bûyer li tevahî dinyayê dengvedaye.

Bûyer di dîroka cihanê de wekê Komkujiya Jenostown hatiye binav kirin.

Back to top button