Nîvê şevê ji Hizbullah a Libnanê ber bi Îsraîlê ve êrîşeke mûşekî ya tund pêkanî
Hizbullaha Lubnanê piştî kuştina yek ji fermandarên wê yên payebilind Fuad Şukûr, êrîşeke mûşekî ya berfireh birin ser bakurê Îsraîlê.
Li bakurê Îsraîlê dengê sîrenan hat, ku piştî 48 demjimêra cara ewil ji axa Libnanê roket hatin avêtin.
Di daxuyaniya ku ji teref artêşa Îsraîlê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku ji ber roketan li hin herêmên bakurê welêt sîren hatin lêxistin.
Di derbarê êrîşê de tu agahî nehatin dayîn, li ser medyaya civakî dîmen hatin parvekirin ku nîşan dide sîstemên parastina hewayî yên Îsraîlê li herêmeke rojavayê Celîlê çalak dibin.
Dema ku li herêmê dengê teqînan hat bihîstin ji ber ku pergala parastina hewayî roket îmha kir, rayedarên fermî der barê ziyanên canî û madî de agahî nedan.
Ji aliyê din ve çapemeniya Lubnanê ragihand ku artêşa Îsraîlê bi topan êrîşî bajarokên Ramya û Ayta El Şeab ên li başûrê Lubnanê kirin.
Ajansa fermî ya Lubnanê, NNA, ragihand ku balafirên artêşa Îsraîlê piştî nîvro malek li bajarokê Şemaa yê li ser sînorê Lubnanê kir armanc.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê de hat diyarkirin ku di êrîşê de 4 sivîlên Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dane û 5 sivîl jî birîndar bûne.