Li Rihayê bûyereka hatin çûnê de; 5 mirî, 1 giran, 3 birîndar
Li Rihayê wesayetek ji kontrolê derket û li xelkekî ku dixwest ji rê derbas bibe qulibî. Di bûyerê de 5 zarok mirin, 3 kes jî bi giranî birîndar bûn.
kesên di bûyerê de jiyana xwe ji dest dayîn ji malekî bûn. Gulbihar (9), Leyla (5) Muhammed (8) xweşk ku birabûn herweha Rukiye (9) û Serhat (7) Îsî jî kurmam û dotmama wan bûn.Hate hînbûn ku her 5 zarokên mirine pismamê hev in.
Bavê Rukiye û Serhat, Mehmet, dayika wan Zeynep (31) birayê wan Abdulselam (12) Îsî ku di heman bûyerê de birîndar bûn û zarokên xwe winda kirin li nexweşxaneyên cuda yên bajêr têne derman kirin.
Hat diyarkirin ku jiyana bavê Mehmet Îsî jî di xetereyê de ye.
Ji aliyê din ve li seranserê bajêr lêkolînek piralî tê kirin ku ji bo şofêrê otomobîlê yê ku piştî bûyerê reviyaye bê girtin.