Polîtîk

Nîmet Çubukçu tê Kurdistanê

Hat daxuyakirin ku Wezîra Perwerderdehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê Nimet Çubukçu jiber beşdariya Konferansa Perwerdehiyê tê Kurdistanê.

Li gor daxuyaniya malpera fermî ya Hikumeta Herêmê Kurdistanê Wezîra Perwerderdehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê Nimet Çubukçu digel 15 perwerdekaran jiber beşdariya Konferansa Perwerdehiyê li paytaxt Hewlêrê tên Kurdistanê.

Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin mijarên hevkêşiya dîplomayên xwendekarên bakurî û dîplomayên xwendekarên Qampa Maxmurê ji wezîrê tirk re bihên ragihandin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Konferansa Perwerdehiyê jî di navbera 14 û 16 Berfanbarê de bê çêkirin

Back to top button