Civak

Li Merîwanê teqîn: 3 zarok jiyana xwe ji dest dan

Li bajarê Rojhilata Kurdistan Merîwanê teqînekî pêk hat û di encama teqînê de 3 zarok jiyana xwe ji dest dan.

Duh serê sibê seat di 07:30’an de 3 zarokên Kurd li qada Muskiyê ji bo çûyina baxçeyê zarokan li benda wesayetekî bûn û dema ku li bendê bûn teqînekî pêk hat.

Her 3 zarok jî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan. Agahiyên li ser cureyê teqemenî û  di derbarê teqînê de agahî nehatiye bidestixstin ku plankiriye yan na.

Qada Muskî li Merîwanê li kêlaka Qereqolekî Leşkerane. Qada Muskî berê qadekî leşkerî bû û ji demekî kin û vir ve bûye qadekî bajarê Merîwanê.

Back to top button