Li Tirkiye neteweperest û nijadperestên Tirk rojane di medya xwe de şerê Barzanî dikin. Nivîskarê rojnama Yeni Mesaj a tirkî Orhan Dede nivisek ya xwe de rewşa Iraqê dinirxîne.Orhan Dede  behsa serokê Kurdistanê Mesud Barzanî dike û dinivîse:

– Desthilatdariya Barzanî ji hukumeta nawendî ya Iraqê dûr dikeve, diviya ku ji veqetandina Barzanî ya ji Iraqê welatê ku herî zêde li xwe nexweş bîne Tirkiyebûya. Lê hukumeta Ak Partiyê bi hemî awayî arîkariya Barzanî dike.

 

– Barzanî jî ji vê cesaret digre û girêdanên navbera xwe û Iraqê de diqetîne.

– Berdevkê hukumeta herêmê Sefin Dizeyî daxuyaniyek ku bi navê hukumeta herêmê dayî dibêje “Yekitiya Iraqê li ser bingehê şirîkatiyekî hatiye avakirin. niha ev yekitî kar nake“ Dizeyî vekirî dide kifşkirin ku yekitî bi rêve naçe.

 -Em ji bîrnekin Mesud Barzanî di gotarek ya xwe de gotibû“ Eger Tirkiye xwe tevlî Kerkukê bike, emê jî xwe tevlî Diyarbekirê bikin. Lê di kongreyê Ak Partiyê de  bi germiyekî pêşwaziya Mesud Barzanî hate kirin û sloganîn ku “ em bi te şenaziyê dikin“ hatin avê tin.

 

-Ak Partî dibe sedemê hêzbûna Barzanî. Gelo sibe dê Ak Partî çi bersiva gelê Tirk bide?

 

2 Nêrîn

  1. Nijadperestên Tirk, (ne tenê nijadperestên Tirk, kî diwe bila biwe) êrîş Kurd û kurdistanê dikin, ne êrîş Barzanî.. Ji berku Barzanî serokê Kurdistanê ye û berjewendîyê gel diparêzî, ji xa gere war/wusa jî biwe.. Ji ber vêna jî, erîşên Barzanî, erîşên merîtîyê jî.. Ew tiştekî xazayî ye, ji berku Barzanî weki sembola mafparêzê merîyan jî, edî tê nas kirin..

  2. Ev tene raste dibe miriçka derve hat a hundıru kawırand,Orhan Dede ye faşıst bı kıjan pıvana va gotıne dıjı mırovahiye,di şaxsiyeta Seroke gele kurde dike, beliye ev nerin, nerina ergenekoneye u Kemalistaya.\r\nHatim gele tirk li hamberi cirane wa jibo berjewendiye xwayi şaxsi ü faşıttana bıkar anına ü gele tirk ji perçıkandıne,ma Orhan Dede nizane ku gele kurd ü gele tirk cirane havduna,vexta ku di navbera gele tirk ü gele kurde lihavhatinek çebıbe we lı tırkıye çerxa hukuk ü demokrasiye zivire e weki Orhan Dede ji hukme xwa windadikin.Di asle xwade Orhan Dede bi hucuma diji Serok Barzani,dijminatiya gele tirk dike.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: