Ciwanên Kurdistanê peyamek ji bo pîrozbahiya Newrozê belav kirin. Ciwanên Kurdistanê bi naverokek neteweyî cejna Newrozê li gelê Kurdistanê pîroz dikin.

Ev texte payama Newrozê ye:

 

Newroza Netewa Kurd piroz be…

Gelek wate li Newrozê hatine kirin. Lê ji bo me Kurdan Newroz berî 2624 salan destpê dike. Netewa Kurd ji dema ku ji bin zilma Dehaqê zalim xelas bûne heta îro Newrozê wek cejna azadî û serxwebûnê pîroz dike. Hêsinkar Kawa jî sembolê vê azadiyê ye.
 
Em çawa ku di Newrozan de Hêsinkar Kawa bibîr tînin, divê em hemû nirxên netewî jî bikar bînin. Bi ala netewî derkevin qadan û marşa netewî bixwînin. Ji ber ku Newroz roja rizgarbûna netewî ye.
 
Mixabin îro sê perçeyên Kurdistanê bindeste. Lê li Sûriyeyê şoreşek heye. Perçeyê Rojavaya Başûr ji her du perçeyên din zêdetir nezîkî azadiyê ye.
 
Em divê roja Rizgarbûna Netewî de daxwaz dikin ku perçeyê Rojavaya Başûr di demek nêzîkte bigihêje azadiyê û em diyar dikin ku em amadene bi her awayî piştgiriyê bidin birayên xwe yên Rojavaya Başûr.

Em heevîdarin ku dê di demek kinde ji bin zilma Partiya Baas a faşîst rizgar bibin.

Bı hêvî û xeyala Kurdistaneke azad û serbixwe NEWROZ PÎROZ BE…

CIWANÊN KURDISTANÊ

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: