Polîtîk

Newroz bê ala Kurdistanê nabe

Di xwepêşandanên bajarê Amedê de, ji aliyê helbestvanekî Kurd, ala Kurdistan tê bilindkirin û rojnameyeke Turkî jî wê belav dike, herweha li bajarokê Esen Yurt ala Kurdî bi dirêjiya 100 metrî di nava ahenga Newrozê de hat bilindkirin.

 
Lawê Kurd Umîd Esen nişteciyê bajarê Amedê ye, di nava xwepêşandana doh ya bajarê Amedê de, li meydana ahenga Cejna Newrozê  Ala Kurdistanê bilin kiriye.

Umîd Esen derbarê bilindkirina ala Kurdistanê li meydana pîrozbahiya cejna Newrozê li Amedê bo ajansa Peyamnêr ragihand kû take ala Kurdistanê ji aliyê wî ve hatiye bilind kirin.

Weha jî xûya kir kû, ev al ji aliyê hevalekî wî ve bi nehênî aniye meydana pîrzobahiyê, piştre wî ew al bi boriyekî ve kiriye û bilind kiriye.

Doh bihtirî 200 hezar hemwelatiyên Kurd nişteciyên bajarê Amed û dewrûberên wê, bi boneya cejna Newrozê ya îsal 2712-ê, ji malên xwe hatine derve û berên xwe dane meydana pîrozbahiya Newrozê, tevî kû polîsan astengî derxitine û hukûmetê bi hemû şêweyî pîrozbayiya Newrozê qedexe kiribû jî lê gel ew berbestên Polîsan şikandin û cejna Newrozê Pîroz kirin.

 

Ji aliyekî din ve, li gorî rojnameya Yerel Gaste, kurdên nişteciyên bajarokê Esen Yurt kû girêday parêzgeha Îstanbolê ye, doh yekşemê, bo ahengî û bi coş kirine pîrozbahiyê, beşdariya xwe bo pîroz kirina Newrozê kirin û aleke Kurdî 100 metrî bilind kirine.

Di roja Newrozê ala Kurdistanê newê bilindkirin taybetmendiya newrozê ya netewî kêm dibe. Her sal PKK û aligirên PKK-ê rakirina Ala Kurdistanê dikin problemek mezin. Heta kesên ku di Newrozê de dixwazin sembola neteweyî ya Kurd û Kurdistanê bilind bikin bi aweyekî dizî Ala Kurdistanê dibin meydana newrozê.

 

 

 

Back to top button