Newroz Pîrozbe..

Pîrozbahiyên Newroz a 2026ê li hinek beşên Kurdistanê taybetî li bakur û rojavayê Kurdistanê gelekê girîng e û peyamên cuda didin civata kurd.
Li Başûrê Kurdistanê Newroz li ser xaka azad a Kurdistanê bi coşek mezin her sal tê pîroz kirin. Îsal jî, wek her sal Newroz li ser xaka Kurdistana azad wek her carê bi coşek mezin di bin ala Kurdistanê de tê pîroz kirin. Agirê newroza başûrê Kurdistanê ji bo dewletbûna Kurda peyamekî dide cîhanê..
Li bakurê Kurdistanê, Newroz ji aliyê PKK/HDP/DEM û aliyên din ên Kurdan ve cuda tê pîroz kirin. Newrozên PKK/HDP/DEMê de tu behna netewîyetê ji Newroza ku ew pîroz dikin nayê. Ji ber ku Newrozên wan bi weneyên Ocalan, û partiyên wan ve girêdayî têne bilindkirin, heta bilindkirina Ala Kurdistanê qedexe dikin. Lê car cara hinek kurdên welatparêz li qada ku PKK Newrozê pîroz dikin Ala Kurdistanê bilind dikin. Lê ev yek ne bi hesanî tê kirin. Ji bo vê gelek caran aliyên ji derê PKKê newroza pîroz dikin û Ala Kurdistanê bilind dikin.
Îsal Newroz bi gelek cihan ji derveyê PKKê tê pîroz kirin. VEJÎN (Tevgera Vejînê ya Kurdistanê) Newroz li Farqînê li ser Pira Malabadê bi xetîreyên agir û bilindkirina Ala Kurdistanê bi giyanet netewî Kurdistanî pîroz kirin. Li Diyarbekirê aliyên Kurdî ji derê PKKê newroza xwe bi naverokek netewî Kurdistanî pîroz dikin. Dixweyê Newroza 2026ê li bakur peyamên cuda dê bêne dayîn.
Li Rojavayê Kurdistanê salên berê desthilata PKKê rê nada ku kurd bi azadî di bin ala Kurdistanê de nerozê pîroz bikiran. Li himber hemû zordariyê ENKSê hewldida newrozan bi giyanek neteweyî pîroz bikin. Gelek cara çeteyên çekdarên PKKê sivikî li Ala Kurdistanê dikiran û ew dişewitan dan.
Îsal hêdî piştî ku, PKKê xwe bi temamî radestî dewleta Sûriye kir, ew hêja Newrozê bi naveroka Kurdistanî dûr têxin û pîroz dikin. Lê ENKS û hinek aliyên din cardin di bin Ala Kurdistanê de Newroza xwe pîroz dikin. Yanî Kurd li rojavayê Kurdistanê îsal ji salên din azad tir Newrozê pîroz dikin.
Li Rojhilatê Kurdistanê, rewş îsal cudaye. Şerê Amerika-Îsrail û Îranê bandora xwe dike, li rojhilatê Kurdistanê bajarên Kurdan jî qada şere.
Di vê rewşa cuda de Newroz li hemû Kurdan pîroz be, hêvî ewe ku, her Newroz bi giyanek neteweyî Kurdistanî bê pîroz kirin û Kurdan gav bi gav ber bi daxwaz a dewletbûnê ve bibe.
Herweha cejna remezana pîroz li hemû misilmanên Kurdistanê pîrozbe….



