Cîhan

Berdevkê Pasdarên Şoreşê hat kuştin..

Medya fermî ya dewleta Îranê kuştina Elî Mihemed Naînî, berdevkê Pasdarên Şoreşê, ragihand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Naînî di êrîşên ku ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve hatine kirin de hatiye kuştin.

Di hevpeyvîna xwe ya dawî de berî mirina xwe, Naînî diyar kir ku ew di şert û mercên şer de jî berdewam dikin ku mûşekan hilberînin û got, “Divê şer tenê dema ku siya şer ji welêt were rakirin biqede.”

Di vê navberê de, rayedarên payebilind jî di destpêka vê hefteyê de di êrîşan de bûn armanc. Hat ragihandin ku Elî Larîcanî, serokê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî, û Îsmaîl Xetîb, Wezîrê Îstîxbaratê, jî di heman pêla êrîşan de hatine kuştin.

Heta niha rayadarên hatîn kuştin:
Rêberê olî Elî Xameneyî
Serokê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî Elî Larîcanî
Serokê Konseya Parastinê Elî Şemxanî
Wezîrê Parastinê Elî Nasserzade
Wezîrê Îstîxbaratê Îsmaîl Xetîb

Fermandarên li Îranê hatine kuştin:

Serfermandarê Giştî Ebdulrehîm Mûsavî
Fermandarê Pasdarên Şoreşê Mihemed Pakpûr
Fermandarê Besîc Xulam Reza Silêmanî

Back to top button