Nevaf Selam bû Serokê nû yê Dîwana Edaleta Navnetewî

Selam duyemîn Ereb e ku serokatiya wê saziyê dike, Dîwana Edaletê ya Navnetewî di sala 1945 de hatiye damezrandin.
Dîwana Edaletê ya Navnetewî ya li Laheyê, piştî bidawîhatina erka serokê berê yê Amerîkê dadwer Joan Donoghue, dadwerê Lubnanî Dr. Nevaf Selam ji bo sê salan wek serokê saziya navdewletî hat hilbijartin. Bi vî awayî Nevaf Selam bû duyemîn Erebê ku serokatiya saziyê dike.
Selam ku îro serokatiya bilindtirîn dezgeha dadweriyê li cîhanê dike, di sala 2018an de ji bo karkirina di dadgeha ku ji 15 dadweran pêk tê û ji aliyê Encûmena Asayişa Navdewletî û Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî ve hatiye diyarkirin, hat hilbijartin.
Dîwana Edaletê ya Navnetewî, saziya sereke ya Dadwerîya Neteweyên Yekbûyî ku ji çareserkirina nakokiyên di navbera welatan de berpirsiyar e, bilindtirîn desthilata dadweriya li cîhanê ye.
Nevaf Selam doktoraya hikûmetê di warê zaniztên siyasî de ji Enstîtuya Lêkolînên Siyasî ya Parîsê, doktoraya dîrokê li zanîngeha Sorbonnê û bawernameya masterê ya di warê hiqûqê de li zanîngeha Harvardê wergirtiye. Navê pirtûka dawî ya Selam ku gelek pirtûkên wî yên li ser siyaset, dîrok û hiqûqê hene, “Libnan di navbera doh û sibê de” ye ku di sala 2021an de li Beyrûdê derketiye.