Aliyev cara 5 emîn bû Serokkomarê Azerbeycanê

Li gor encamên nefermî yên hilbijartinên ku doh li Azerbaycanê hatin kirin, Îlham Aliyev ji bo cara pêncem bû serokkomar û ji sedî 92ê dengan bidest xist.
Serokê Lijneya Hilbijartina Navendî ya Azerbaycanê Mazahir Panahov di daxuyaniyekê de ragihand ku li vî welatî ji sedî 93ê dengan hatine jimartin û Aliyev ji sedî 92,05ê dengan wergirtiye.
Dengên namzetê herî nêzî Aliyev ji sedî 2,19 ma. Beşdariya hilbijartina Serokkomariyê ya ku di nav wan de Aliyev jî hebû, 7 namzed haatin beramber hev.
Îlham Aliyev ê 62-salî zêdetirî 20 salan li ser desthilatê ye û li şûna bavê xwe, yê ku piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê di sala 1991-an de serxwebûna xwe bi dest xist û 10 salan li Azerbeycanê serokatî kir, zêdetirî 20 salan desthilatdar e.
Îlham Aliyev ji sala 2003an ve li ser desthilatdariyê ye û di hilbijartinên 2008, 2013 û 2018an de bi ferqek mezin bi ser ket.
Piştî referandumên sala 2009 û 2016an li Azerbaycanê bi guhertinên destûrî heyama serokkomariyê ji 5 salan bû 7 sal û sînorê dema serokkomariyê hat rakirin.