Civak
Ramanli li dibistanê dersa Kurdî da xwendevanan

Wekîlê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli li Êlihê dersên Kurdî da xwendekaran. Dîroka dersa hilbijartî ya Kurdî ku li dibistanan di polên 5, 6, 7 û 8an de wê bê dayîn, heta 19ê Sibatê hat dirêjkirin.
Wekîlê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli yê ku herî dawî bi sînevîzyonê banga dersên bijarte yên Kurdî kir, vê carê ket dersê û dersa Kurdî da zarokan.
Ramanli li Êlihê li dibistanê, di derbarê nivîsandina Kurdî de agahî da xwendekarên polê.
Ramanli diyar kir, divê xwendekar dersên Kurdî hilbijêrin û bang li dê û bavan kir û got: “Dê û bavên delal, roja dawî ya dersên hilbijartî 19ê Sibatê ye”.