Cîhan

Penaberên Kurd ên li Swêdê xwe di xeterê de dibînin

Rojnameya The Guardian, ku yek ji rojnameyên sereke yên Îngilîstanê ye îdia kir, piştî ku Tirkiyê endamtiya Swêdê ya NATO pejirand, Kurdên li Swêdê xwe di xeterê de hîs kirin. 

Di nûçeyê de hat gotin, “Kurd difikirin ku serkeftina dîplomasiya Stockholmê zirarê dide wan û bi awayekî sîstematîk dibin hedefa dewleta Swêdê”. Li gor rojnameya Guardian, li Swêdê 50 heta 100 hezar nifûsa Kurdan heye. Piraniya van kesan ji Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyê hatine welêt. 

Di nûçeyê de nirxandinên nivîskar Kurdo Baksî ku bi nêrînên xwe yên li dijî Tirkiyê tê naskirin, cîh girt. Nivîskarê 58 salî wiha got: “Min li Swêdê demek wisa dijwar derbas nekiriye“. 

Piştî pêvajoyek bi nakok, Meclisa Mezin a Tirkiyê di 23ê Çileyê de pêşnûmeya erêkirina endamtiya Swêdê ya NATO qebûl kir. Berî vê yekê Tirkiye ji Swêdê xwest ku di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê de pêşî li çalakiyên PKK û FETO bigire. Swêd paşê qanûnên xwe yên li dijî terorê li gor wê tundtir kir. Enqereyê her wiha daxwaz kir ku pêvajoya endamtiya Yekîtiya Ewropayê (YE) ji nû ve bê destpêkirin û çalakiyên şewitandina Quranê, ku ji aliyê welatên misilman ve rastî bertekên mezin hatin, bên qedexekirin.

 Midûrê Enstîtuya Lêkolînên Tirkî ya Zanîngeha Stockholmê Paul T. Levîn jî wiha got: “Tevî ku PKK ji salên 1980î û vir ve li Swêdê wek rêxistina terorê tê nasîn, rayedar li gor gelek welatên din ên Ewropayê li hember rêxistinê toleranstir in”.

Li aliyê din di nûçeyê de hat îdiakirin ku saziya ewlekariya navxweyî ya Swêdê, Polîsê Ewlekariyê (Sapö) ji bo ku erêkirina Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan bi dest bixe, Kurdan ji nêz ve dişopîne. Herweha hat îdiakirin ku hikûmeta Stockholmê hesabên bankayên komeleyên Kurdan girtiye û hin penaber ji aliyê Sapö ve hatine lêpirsîn û hat îdiakirin ku destûra rûniştinê ya hinek penaberên Kurd jî hatiye betalkirin.

Baksî angaşt kir ku 42 penaxwazên li Swêdê dijîn bi wî re têkilî danîne û Sapö ji bo betalkirina destûra rûniştina wan raporek ewlehiyê pêşkêşî dezgehên dewletê kiriye. 

Ji aliyê din ve di daxuyaniya ku Sapoyê ji Guardianê re şandiye hat gotin ku rêxistin tu kêmnetewe û etnîkan hedef nagire û ev daxuyanî hatin dayîn: “Di çarçoveya xebatên xizmeta xwe de, em çalakiyên rêxistinên ku ji aliyê rêxistinên navnetewî wek Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî ve wek komên terorîst tên pênasekirin dikin hedef. Yek ji van rêxistinan PKK ye”. 

Di daxuyaniya Daîreya Koçê de hat gotin ku serlêdanên penaberî û hemwelatîbûnê li gor qanûnê tên lêkolînkirin û “ji pêvajoya siyasî serbixwe tên kirin”. 

Di nûçeya Guardianê de nêrîna parlementera berê ya Kurda Îranê Emîne Kakabeve jî cîh girt. Siyasetmedara Swêdî got: “Welatê herî demokratîk ê cîhanê Swêd vediguhere yek ji welatên herî dîktator ên cîhanê”. 

ÎP

Back to top button