Qendîl Demîrtaş tehdît kir!

Hilbijartinên herêmî de taybetî hinek bajarên Tirkiye hevkarî û tifaqên bene kirin cihê gotubêjekî berfirehe. Ji bo CHP Stanbolê winda neke di nava hewldanek mezin de ye. Herweha ji bo AKP jî Stanbolê bistîne hemû rêyekî diceribîne. Herdu ali jî ji bo serbikevin pêwistiya wan hinek tifaqa heye. Di vê pêvajoyê de AKP bi hemî awayî hewldide Partiya Refahê razî bike û li Stanbolê berbijêra dernexê û herweha ne vekirîbe jî dixwaze DEM berbijêrek bi hêz destnîşan bike.
Ji aliye xwe ve CHP hewldide ku, li gel DEMê tifaqê bike. Herdu aliyan jî gelek hevdîtin kirin û dan xûyakirin ku, ew vê carê lihevhatinekî bikin wê eşkerebe. Ji ber ku hilbijartinên serokkomariyê de HDPê bê qeyd û şert pişgiriya CHPê kirîbû. Lê ev yek piştî hilbijartinê poşmaniyek di nava HDPê de peyda kir û gelek hate minaqeşekirin jî.
Li Stanbolê DEMê biryar da ku dê berbijêrekî destnîşan bikin. Ji bo vê jî Başak Demirtaş serî li partiyê da ku bibe berbijêrê Stanbolê yê DEMê. Di wê navberê de parlementerê DEMê Siri Sakik serdana Selahattin Demirtaş di girtîgehê de kir. Piştî serdana xwe Sakik daxûyaniyek gelek kurt da û got: Demirtaş gotiye nebin pişpala (Dûvê) kesekî. Windabûna hilbijartinên giştî de rûdayî telafi bikin. Tiştek din ji devê Demirtaş nehat gotin. Berbijêriya Başak Demirtaş jî nehat pejirandin û Başak xanim da xûyakirin ku, wê xwe vekişandiye.
Başak xanim daxûyaniya xwe de got: Me li gel nawenda partiya xwe hevdîtin kirine û hemû biryar bi hemahengiya min û partiya min hatine dayin. Di vê daxûyaniyê de Başak Xanim rastiya neda diyarkirin. Ji berk u DEMê berbijêriya wê nepejirand û jêre gotin xwe bide aliyekî. Ev di medyayê de bû babetê nirxandinên cuda û heman deme de di nava DEMê de bû sedemê nexweşiyekî û kesên di nava DEMê de aligirên Demirtaşin aciz bûn û ev yek bi awayekî dan xûyakirin jî.
Başak xanim nekarî rastiya xwe beje û bi zimanek din Başak Xanim ji aliye nûnerên Qendîlê ve hate tehdit kirin.
Di vê navberê de cardin du parlementerên DEMê ji bo ku Selahattin tu bertekî nişan nede serdana girtigehê kirin û bala Demirtaş kişandin.Parlementerê DEMê yê Antalya Mehmet Ruşti Tiryaki û parlementerê Batmanê Saruhan Oluc serdan Selahatin Demirtaş kirin û piştî serdana xwe ji deve Demirtaş daxûyaniyek dan û gotin: “ Rêzdar Başak Demirtaş îro daxuyaniyek da û diyar kir ku xwe ji namzetiya xwe vekişandiye. Em dixwazin hûn bizanin ku ev hemû biryarên di çarçoveya zanîna partiya me de û di encama gotûbêjên hevbeş de hatine girtin. Di vê mijarê de peyamek wî (Selahattin Demirtaş) pir zelal e. Em dixwazin vê bi we re parve bikin. Tişta ku Demîrtaş got ev e: Daxuyaniya namzediyê ya Başak ji bo xurtkirina partiya me bû û daxuyaniya wê ya vekişînê jî di agahiya partiya me de ye. “Ev hemû pêvajo bi hev re hatine meşandin, divê gelê me bizane, gelê me bi me bawer bike, em dizanin em çi dikin.“
Parlamenterê DEM’ê yê Êlihê Saruhan Oluç di daxuyaniya xwe de wiha got: “Ez dixwazim du hevokan lê zêde bikim. Bi gotina Selahattîn Demîrtaş îfade dikim. Got ‘Em yek in, em hemû ne, ti cudahî di navbera me de nîne. Di navbera min û partiyê de cudabûn û cudahî tune. Yên ku hewl didin raya giştî tevlihev bikin ‘Bila tu kes prîm nede.’ “Em bi eşkere dixwazin careke din vê peyamê bigihînin her kesî.”
Di vê mijarê de Selahattin Demirtaş mixabin rastiya naveroka hevdîtina xwe û parlemterên DEMê nabêje. Tişta ku gotinê divê tu bêjî dibêje. Raste din ava DEMê de pişgirên Demirtaş gelekin, lê nabê ku ew jî wan bixapîne.
Ji aliyek din, kesekî di vê pêvajoyê de behsa helwesta Qendil û daxûyaniya endamê konseya serokatiya PKKê Mustafa Karasu nekir. Mustafa Karasû daxûyaniyek da û behsa giringî û berdewamiya tifaqa HDPê û CHPê kir. Karasu beşek axavtina xwe ya ku, di medya PKKê de kirî dibêje“ Li Tirkiye Kurd û Elewî du hêzên demokratik û dînamikin. Tekoşîna wan ya hevbeş ji bo demokrasiye pêwiste.Divê div an hilbijartinan de guh bidin hev. Divê her kes di derbarê tifaqê de hestiyar be. Pêwiste ev tekoşîn awayek hevbeş û bi xortkirina tifaqan û hembêzkirina tifaqên heyî berdewam be. Hinek alî dixwazin van tifaqa xirabikin.Divê gele Kurd guh nede wan.Ew aliyên tifaqa xirab didin nişandan ne dostê Kurdane.Ew demokratîkbûna Tirkiye naxwzin. “
Cardin biryar her biryara Qendile, ev helwesta Qendîl şikênandina Selahattin Demirtaşe û berdewamiya helwesta Qendil ya dijitiya Demirtaş bixweye ku, dema çalakiya çekdarên PKKê li Mezitliya Mersînê çêbûyî, Demirtaş ev çalaki şermezar kirîbû û Qendîl helwestek tund li himber Demirtaş dabû nişandan û ew ne bi şoreşgerî itham kirîbûn.
Îro siyaseta ku DEMê berbi kurdbûnêve , cardin jialiyê Qendil ve hate astengkirin.
Rewş ev e kî çewe dinirxîne azade. Lê di nirxandinan de gerek helwest hebe, îstikrar hebe, gotine îro tê gotin sibehê neyê inkar kirin.
Di siyasete de dema mirov dikevê dûv karwenekî gelek zehmete ku rêya xwe biguherê, ji ber ku hevsarê deste xelkek din de armanca te jî dide kifşkirin. Heta hevsarê DEMê di deste çepên Tirkên Kemalist de be, bila kesek behsa Kurdbûna wan jî neke.Eger hinek kes yan jî alî dixwazin DEM berbi Kutbûnê ve herê û siyasetek kurdewarî rêvebibin bila hewlbidin hevsarê wan ji deste Kemalista derêxin.
8.2.2024
Nêrîn/Şirove
N.Firat