Cîhan

Netenyahu spasiya Trump dike

Serokwezîrê Îsrailê Binyamin Netenyahu spasiya Donald Trump kir.

Serokwezîrê  Îsrailê Binyamin Netenyahu, di hesabê xwe yê Twitterê de daxûyaniyek belav kir û di daxûyaniya xwe de , ji bo Amerikayê Pasdarên Îranê û hêza Qudsa girêdayê pasdaran wek rêxistinên terorist da naskirin spasiya Trump kir.

Amerika pasdarên Îranê û hêza Quds ku girêdayî Îranêye kir nav lîsteya rêxistinên terorist de.

Netenyahu dibêje ku Îran li Îsrail û Amerikayê û heta li hemû cîhanê tehdîteke li ser aşitiyê,

Di Twittera xwe de Netenyahu dibêje: We daxwaziyek a min a ji bo berjewendiya welatên me û herêmê qebûl kir ez spasiya we dikim.Emê li dijê rejima Îranê bi rêyên cuda gavên din bavêjin.

 

Back to top button