Cîhan

Pasdar û hêza Quds rêxistinên terorîstin

 

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo li Waşingtonê di konferanseke rojnamevanî de da xûyakirin in ku,   Pasdarên Îranê û hêza girêdayî pasdaran  hêza Quds  rêxistinên teroristin.

Pompeo dibêje ki, ev biryar hate dayîn da ku belavbûna Îranê li welatê derdor kêm bibe û zêdertir nebin sedemê alozîyan li herêmê û cîhanê.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê di axavtina xwe de, Pasdaran a Îranê bi “desthebûna di çalakiyên terorîstî de” tometbar kir û got, ev yek di demekê de ku xwe weke “rêxistineke leşkerî ya rewa” dibîne.

Ji berî vê axavtina wezîrê derve yê Amerikayê, serokê Amerikayê Trump bi rêya Qesra Sipî siyaseta Amerika ya nû di derbarê Îranê û pasdaran de dîyar kir.

Trump di vê derbarê de got: Îro, ez bi fermî plana hikûmeta xwe ji bo diyarkirina Supaya Padsarên Şoreşa Îslamiya Îranê (IRGC), herwiha Hêza Quds, weke rêxistineke terorîstî ya biyanî, li gor maddeya 219 a Yasaya Koç û Regeznameyê radigihînim.”

Trump herwiha dibêje: “Ev pêngava bêmînak vê rastiyê derdixe ku Îran tenê sponsor û piştevanê terorîzmê nîne, belku Supaya Pasdaran bi awayekê çalak beşdarî di peredan û hevkarîkirina terorîzmê de dike.”

 

Back to top button