Civak

Neh sazî û rêxistinên sivîl êrişa li ser salvegera koça dawî ya Barzaniyê Nemir şermezar kirin

Neh sazî û komîteyên mafên mirovan yên Sûriyê êrîşa li dijî merasîma koça dawî ya Mela Mistefa Barzanî ya li bajarên Kobanê û Dirbêsiyê yên Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.

Komîteya Kurdî ya ji bo Mafên Mirovan li Sûriyê (RASID), Rêxistina Mafên Mirovan li Sûriyê (MAF), Rêxistina Berevaniya li Girtiyan Ra li Sûriyê (Rewangeh), Rêxistina Kurdî ji bo Mafên Mirovan li Sûriyê (DAD), Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê (Buroya Yasayî), Rêxistina Jinên Kurd a Azad, Hêzên Civaka Sivîl a Kurdistanê, Encûmena Êzdiyên Sûriyê û Komîteya Yasayî ya Hevdîtina Niştimanî ya Demokratîk li Sûriyê bi daxuyaniyek hevbeş êrîşa li ser salvegera koça dawî ya Mela Mistefa Barzanî li Kobanê û Dêrbêsiyê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Bi dehan kesên rûgirtî yên Rêxistina Ciwanên Şoreşger êrîşî ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriyê li bajarê Kobanî kirin, ku biryar bû koça dawî ya Mela Mistefa Barzanî ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ve lê bihata birbîranî”.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku êrîşkaran êrîşî ofîsê kirin, tiştên tê de şikandin, şewitandin û siloganên îxanetiyê li dijî endamên partiyên ENKSê û mêvanan avêtin û li wan dan, ku di nava wan jin, zarok û kesên bi temen hebûn û hin ji wan birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de herweha hat gotin: “Ji ber vê yekê, em rêxistinên mafên mirovan û sivîl, ji kiryarên rêxistina Ciwanên Şoreşger ên li dijî çalakvan û sivîlan dilgiran in û êrîşa li Kobanî şermezar dikin“.

Di beşek din a daxuyaniyê de hat gotin: “Em êrîşa li ser wan kesên ku bi boneya bîranîna 45emîn salvegera koça dawî ya rêberê dîrokî yê gelê Kurd Mela Mistefa Barzanî, ku di nava gelê Kurdên Sûriyê de wek sembolek mezin a netewî ye û xwedî pêgehek mezin e, şermezar û rûreş dikin. Ev kiryarên Ciwanên Şoreşger, binpêkirina eşkere ya yasayên navdewletî yên girêdayî mafên mirovan û azadiya raman û derbirînê û binpêkirina eşkere ya hemû yasayên navdewletî û yasayên asmanî û exlaqî ye. Divê ew bêne dadgehkirin û rêxistinên mafên mirovan û parêzerên serbixwe yên malbatên mexdûran jî tê de beşdar bin”.

Back to top button