Civak

YNK: Destkeftiyên serhildanê wê bi yekrêziyê bên paraztin

Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) got: “Paraztina destkeftiyên serhildanê li bajar û bajarokên me û cîbicîkirina maddeya 140 a destûrê, tenê bi yekrêzî pêk tê û beravajî  wê yekê di pêwendiyên me de tu fêdeyê nade me“.

Berdevkê Yekîtiya Niştimanî  ya Kurdistanê (YNK) Saadî Ehmed Pîrê, bi minasebeta 33. salvegera serhildana gelê Kurdistanê civînek çapemeniyê li dar xist û got: “Ne hêsan bû ku em bigihêjin rojek wek serhildanê, hilbijartinên parlamento û avakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê. Tenê di roja Enfalê de zêdetirî 180 hezar kes bi saxî hatin qetilkirin û gelek gund hatin wêrankirin’’.

Saadî Ehmed Pîrê herweha got: “Ew encama serhildan û azadiya gelê Herêma Kurdistanê ye, ku di heyama 33 salên borî de me 5 hilbijartinên parlamentoyê pêk anîn û em ber bi hilbijartina şeşemîn ve diçin ku prêvajoyek demokratîk e’’.

Saadî Ehmed Pîre, di derbarê berdewamiya rola Pêşmerge de jî got: “Her bêhurmetiyek li hember Pêşmerge, bêhurmetiya li hember hemû cîhanê ye, ji ber ku Pêşmerge  li ser navê hemû cîhanê şerê terorê kir ’’.

Back to top button