Nivîsar

Neh dengên kurdî

Alfabeya Kurdî a Latênî ku niha beşeke mezin ji Kurdan bi kar tînin, 31 tîp in. Gelo fonetîka kurdî tenê ev 31 tîp in?

Helbet bersiv na ye. Ji ber ku Împeretoriya MADê ku bapîrê Kurdan hatine pejirandi, serê pêşî 36 û piştre jî 44 tîp di alfabeya xwe de bi kar anîne. Yanî 44 dengên cuda di qirika Kurdan de hatine peyitandin.

Xebata min a 48 salên li ser Zimanê Kurdî û tecrûbeyên min ên ku ez dehfandime bi bal fonetîka kurdî ve, neh tîpên din jî divê li alfabeya Latênî ya îro ku 31 in bêtin zêdekirin da hemû dengên kurdî di peyvan de bêtin bikaranîn.
Ew tîpên ku min ew peyitandine, ev in li jêrê:

1- H: Dengê vê di navbera van du tîpên erebî    ( ه – ح ) de ye, minak: Heka min ango xwişa min a mezin.

2- O: Dengê vê tîpê di navbera van du tîpên erebî  (ح- ع) de ye, mînak: Orîn pê ket ango destpêga girînê. Mînak: Baba Tahir Oryanî…

3- P: Dengê vê tîpê di navbera van du tîpên erebî (ط  –  ب) de ye, mînak: Pot, post, petatî…

4- T: Dengê vê tîpê di navbera van du tîpên erebî (ت  –   ط ) de ye, mînak: Totme, top, toz, tirş…

5- L: Dengê vê tîpê di navbera van du tîpên erebî  ( لا – ل ) de ye, mînak: Pel, pal, pelor. (Gotineke folklori: Deve hat polekê, pol tunebû.

6- Z: Dengê vê tîpê di navbera van du tîpên erebî   ( ز –  ظ) de ye, mînak: Zorava, zozan, Zobeser û gwd…

7- ´A: Dengê vê tîpê di navbera van du tîpên erebî (ع- ح) de ye, mînak: Marîna miyê,  Ev tîpa di rengê ”´A”yê de hin caran dibe (´I) û dibe ´(U) jî. Mînak: ´Inteko (cûreyek giyayê bihnxweş) hwd.

8- R: Dengê vê tîpê di navbera van du tîpên erebî ( ک-  ق) de ye, wek mînak: Sor, por, qorik, cûr, kiranê mêran û hwd…
9- S: Dengê vê tîpê di navbera van du tîpên erebî  (س –  ص ) d eye, wek mînak: Sosin, qurs û hwd…

Ji van neh tîpên li jorê re çendî ku niha nîşan/îşaret bo wan neyêne bikaranîn jî, lê belê di pêşerojê de divê ku çareserî ji bo wan bête dîtin.

Bi hêviya xebata ciwanên me ku vê pirsê ji xwe re bikin sergêjî û lêkolîn li serê bikin, ji bo pêşerojê amadekarî bikin.

Stockholm 11/ 12 / 2013

Zeynelabidin Zinar

[email protected]

Back to top button