Yekemîn befra îsal li Bakurê Kurdistanê dest bi barînê kir û berev Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê ve berdewam kir.   

Fermangeha Keşnasiya Kurdistanê ragihand ku ev pêla befirbarînê ya ku bajarên Herêma Kurdistanê girtiye wê heta sibê berdewam bibe.

Îro pêleke befirbarînê parêzgeha Dihok û derdora wê û derdora parêzgeha Hewlêrê girtiye, û şax û dar spî kirine.

Fazil Ibrahîm Rêveberê Keşnasiya Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku îro çarşem, pêleke befir û baranê ji Deryaya Spî ya Navîn ber ber bi Kurdistanê ve hat ku bayekî sar jî bi xwe re aniye”.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: