Kultur
Li Hewlêrê amadekariyên pêşwazîkirina sala nû ya 2014 tê kirin
Di derbarê amadekariyên ji bo pêşwazîkirina sala nû 2014 li daxuyaniyeke rojnamevaniyê de Tahîr Ebdullah Cîgirê Parêzgerê Hewlêrê got: Ji bo pêşwazîkirina sala nû me sed milyon dînar ji bo xweşikkirin û xemilandina kolan û cihên giştiyên bajarê Hewlêrê terxankiriye. Li serê salê da jî li ber parka Şaneder ahengekî cemawerî saz dikin û hejmarek hunermend têda beşdar dibin. Eve jî wekî yekem çalakî dibê li çarçêweya amadekariyên li sala 2014 ê paytexta geştiyarî.