Civak

Nefta Kerkûkê dişînin Urdinê

Îro çarşem proseya henardekirina nefta Kerkûkê ya ji bo Urdinê destpêkir.

Hale Ziwatî Wezîra Uze û Enerjiya Urdinê ragihand, Berpirsên Iraqê, Hikûmeta Urdinê agahdarkirine ku îro çarşem dest bi barkirina nefta Kerkûkê dikin, tê çaverê kirin sibê an jî roja înê tankerên neftê bigihin tixûbên Urdinê.

Wezîra Uzeya Urdinê balkişand li ser wê yekê ku li gor wê rêkeftina ku sala derbasbûyî hatiye kirin, Iraq rojane 10 hezar bermîl neft dide Urdinê, ku %7 ê pêwîstiyên Urdinê pir dike. Berê jî Iraq daxwaza hilweşandina henardekirina wê nefta Urdinê kiribû û eve jî di demek deye ku nirxê neftê gelek daketiye, û Wezîra Uzeya Urdinê jî dibêje: “Em ji helwesta Iraqê têdigihîn”.

Back to top button