Civak
BCF rojane 30 ton tamata dikire û li ser penaberan belav dike

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ragihand, heta yek heftiyê berhemê tamata cotkarên tixûbê Dihokê dikirin.
Li civîneke rojnamevaniyê da Wehîd Emîn Berpirsê Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Dihokê ragihand, ji aliyek ve wekî hevkarîkirina penaberan û li aliyeke din ve jî ji bo hevkarîkirina cotkaran, projek radigihînin û rojane 30 ton tamata cotkaran dikirîn, heta hefteyek yan zêdetir heta digihe 230 tonan. Nirxê wê jî bi hevbeşiya li gel cotkaran tê diyar kirin.
Her wiha da zanîn ku wê berhemê tamata ku dikirin li ser wargeh û kampên koçber û penaberan de dabeş dikin.