Civak

Awamedica ya Kurdistanê dermanê dijî virusa Korona difroşe Iraqê

Birêveberê Bazarkirin û Pêşxistina Kompanya Awamedica ragihand, yekemîn care dermanê dijî virusa Fabivir ji bo tûşbûyên Korona yên li Wezareta Tendirustiya Iraqê re dişîne. Tendirustiya Herêma Kurdistanê jî dibêje: diyar nîne kengê Iraq beşa Herêma Kurdistanê ji wê dermanê dişîne.

Kompanya Awamedica kar li Kurdistanê de li warê berhemanîna dermanan dike Dr Şaxewan Zahîr Birêveberê Bazarkirin û Pêşxistina Kompanyayê ragihand, piştî ku wan hemahengî li gel navendên pîsporên cîhanî yên dermana dijî virusa Fabivir (ku navê wê yê zanistî “Favipiravir”)e ji bo çareseriya tûşbûyên Korona berhemaniye, “yekem beşê wê dermanê şandine Wezareta Tendirustiya Iraqê û da ku li ser hemû navendên çareseriya Korona dabeş bikin”.

Dr. Şaxewan Zahîr dermanê dijî virisa Fabîvîr ji heban pêkhatiye û her paketekî 40 dendik hep li nav da heye, piştî ku pêketiyên korona li cîhanê bikaraniye, Iraq nêzîkî 15 roje wê dermanê li protokola xwe de bi cîh kiriye. “Li gel kompanya Glenmark ya Hîndîstanî bi nirxeke erzan wê hebê ji bo Wezareta Tendirustiya Iraqê dabînkir. Hindî ku em agahdarîn Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê jî ji wê beşê Wezareta Tendirustiya Iraqê beşa xwe dibê”.

Back to top button