Nivîsar

PKK ji destpêkê heta îro

Damezrandina PKKê di demekê da bû ku tevger û partiyên kurdî li bakûrê Kurdistanê serê xwe hildidan, bi taybetî piştî şoreşa Îlonê bi çend salekan, êdî Tirkiyê bi sanahî nedişiya rê li umêdên kurdan bigre. Gencên kurdan têhnîyên kurdîniyê bûn û dixwastin ji bin wê sitema (zulma) Ataturkî derbikevin û careka din dest bi serhildanan şoreşê bikin. Çend partî û tevgerên kurdî hebûn û hindek çepên tirkan jî li dijî deselata Tirkiyê serhildabûn.

Tevgera kurdî ya ku navê wê bi tirkî (KIP) bû, eger ez şaş nebim anku (Kurdistan Îşçî Partî/Partisî) Partîya Karkerên Kurdistanê. Heta hîngê wê partiyê kongireya xwe ya damezrandinê nekirbû, belku wekî komeleyeka veşartî bû û dixwast zêdetir xelkê li xwe kom bike û paşî kongireya xwe bike.

Dewleta Tirkiyê hest bi livînên wan tevgerên kurdî dikir û piç piçe ew xirab dikirin. Evdila Ocelan bi ser wê tevgerê hilbû û ji wan xwast ku bibe endamê wê tevgerê. Ewan bi sanahî bawerîya xwe bi kesê nedanî, lewma Ocelan wernegirt û gotê: Em te nas nakin.  Piştî ku Ocelan nehatî qebûlkirin, wî çalakîyên wan, wê tevgerê,  bi navê xwe belav dikirin û li sûk û bazarran digot: Tevgera me wisa kir û wisa kir. Endamên wê tevgerê diman heyîrî, baş e, ev e kî ye?  Û kê ew çalakî ye ji wî re gotî ye?  Mane ew çalakî ye, me bi xwe ya encam day, vêca ew kî ye bi navê xwe belav dikit?

Bi her hal, endamên wê tevgerê hatin keşifkirin û terra û berra bûn, hin ji wan hatin girtin û hin hatin kuştin û gelek jî derbider bûn.

Paşî Ocelanî ew partî ye bi navê xwe ava kir û êdî kesê nikarîbû bi wî navê berê xwe bide naskirin. Partîya Karkrên Kurdistanê yên berî Evdilay, nav li xwe na: Pêşeng.

PKKê li destpêka xebata xwe ya çekdarî bi dirûşmên mezin hat meydanê û daxwaza serxwebûnê ji bo her çar parçeyên Kurdistanê dixwast û digot:  “Em çi tixûban nasnakîn, Kurdistan yek parçe ye û her cihê me bivê em dê li wêrê xebata xwe bidomînîn”  lewma gencên kurd bi dil û can diçûn nav rêzên PKKê.

Her ji hîngê ve, PKK ya dijberîya milletê kurd dike û li her cihekê destê kurdan dirêj bibe, PKK dijî wî destî disekine.

Mînak di mişe ne, berê xwe bidin siyaseta wê:

  •  Li salên heştîyan, şerê çekdarî li dijî dewleta Tirkiyê ragehand, hîngê jimareya çekdarên wê ji 50 kesan derbasnedbûn. Rêkeftin li gel Partîya Demokrata Kurdistanê hebû ku li ser tixûbên Tirkiyê çi şerên çekdarî nekin da ku du dewletan bi hev ra li xwe nekin dijmin, lê bi mixabinî ve PKKê ew rêkeftin bin pê kir.
  • Li sala 1984ê şerê Partiya Kumonîsta Îraqê kir, li gundên devera Gulîyan, bigre her ji gundê Dêrîşkê ku dikevit pişta Batîfayê û bi tinê du kîlometran ji Lîwaya Batîfayê dûr e heta digehit gundê Keşanê û Heftenînê. Li her cihekê Kumonîst dîtiban da kemînan li ber deynin û kuştinê jê kin. Li gelek cihan pêşmergeyên PDKê diketin di navbeyna nal û bizmaran da (Erê em pişta kumonîstan bigrîn an ya PKKê?) helbet di navbeyna van du bijardeyan da hemî deman PKK dihate parastin. Ev karê PDKê  bibû cihê acizîya Partîya kumonista Îraqê ku Bereyê (CÛD) li gel PDK,   Pasok,  Soşyakîst û Partî Gel hebû, lê pêşmergeyên deverê pêkol dikir ku şer dernekeve  û PKKê biparêze!
  • PKKê dest bi kuştina Muxtar û Axa û Derebegan kir û ew karê wan bû cihê nerazîbûna Partî û tevgerên kurdî ji layekî ve û ji layekî din ve, xelk jî nerazîbû bi kuştina Muxtar û Axa û Derebegan, lewma ew bû sedem ku êdî PKKê nehewînin û harîkarîya wê nekin. Ji ber van kryarên PKKê, helbet gund û deverên kurdan hatin çolkirin hindek ji layê hukmeta tirkî ve û hindek jî ji neçarî gundên xwe berdan û qesta bajêrrên wekî Îstanbûl û Enqereyê û Îzmîrê kirin da ku xwe ji wî şerê bê mifa biparêzin. Ev karê PKKê   gelek bi dilê hukmeta Trkiyê bû çunkî deverên kurdî êdî neşên harîkarîya PKKê bikin û ew deverên nehatîn çolkirin jî hemî bûn caş û çekê dujminî bi milên xwe ve kirin da ku dijayetîya PKKê bikin.
  • Piştî Enfalên reş bi ser miletê me li Başûrê Kurdistanê da hatîn, xelkê deverê ji bi neçarî berê xwe dan tixûbên Trkiyê û Îranê. Hindek mefrezeyên pêşmergeyên PDKê li deverê man. Li bihara sala di dûv da, anku li sala 1989ê mefrezeyeka pêşmergeyê PDKê  ku ji; Mihemed Hemdî, Sedulla Avdel, Îdrîs Cergîs (Ehmed Kadir), Nizar Mihemed Silêman, Xalid Adem Hisên Wermêlî û Nezmî Ehmed Çolî Wermêlî pêkhatî bû, PKKê ew girtin û bê serûşûn kirin. Li vê dawîyê hindek pêzanîn li ser diyar bûn ku li nêzîkî gundê Şîvrezana Bakurê Kurdistanê,  li nav Qeşûriyan kuştibûn.
  • Piştî serhildanê û dengdanên Perlemanê Kurdistanê û damezrandina yekem hukmeta Kurdistanê, PKKê jî wekî dewleta Tirkiyê û welatên dagîrker xwe nerazî kir bi hebûna Perlemanê Kurdistanê, rabûn hindek kes bi navê rewşenbîr û siyasetmedar li dorên xwe kom kirin ûparlemanek bi navê “Perlemanê Kurdistanê yê dervey welatî” avakir. Helbet ev karê PKKê bi tinê ji bo têkdana hizrûbîrên kurdperwerane bû, da ku berê wan ji kurdperwerî û welatparêzîyê wergerînin.
  • Her di wê salê da gelek destnexweşî ji  bo xelkê deverê çê kirin û xalê kontirolê deynan di rêkan da, nasname jê dixwastin û gumrik ji xelkê deverê distand. Eve ne li ser çi tixûban bû, belku di navbeyna bajêr û gundên Kurdistanê, başûrê Kurdistanê, da bû. Perlemanê Kurdistanê biryar da ku divêt PKK wan xalên kontirolê hilîne û çi çalakîyan di navbera gund û bajêrên Herêma Kurdistanê da encam nede, belê her wekî tu “bilûlê bo gay lê bidî!”
  •  Li 15.10.1992ê bû şer di navbeyna hukmeta Kurdistanê û PKKê da û ew bû sedemê leşkerkêşîya dewleta Tirkiyê bo deverên Bamerrnê û Kanîmasê.
  • Li sala paştir PKKê dewleta “Zabê” ragehand. Ev kare jî her ji bo rakêşana bala xelkê bû û xwe li cihê hukmeta Kurdistanê dihesiband.
  •  Li salên 1995-1996ê bêyî ku hîç kesekê agadarîyek li ser aloziyekê hebe di navbeyna PDKê û PKKê da, di şevekê da PKKê hêriş kir ser zêdetir ji bîst baregayên PDKê û hindek ji wan bi êminî û bêbextî girtin. Ew hêriş e jî her bi fîtîya dagîrkeran bû ku hevdem bû li gel şerê navxweyî yê ku di navbeyna PDKê û YNKê da hebû. Û bi dîtina PKKê û YNKê ku dê her yek ji wan ji layekê ve hêrişê kin ser PDKê û dê wê jinavbibin! Belê wê carê jî “av li dûv coka wan nehat”.  Piştî ku ew bi ser neketin, PKKê baregayên  xwe yên serekî li deverên Silêmanîyê bi cî kirin û piştî demekê kurt komeka pêşmergeyên YNKê li Qeredaxê kuştin û paşî derbazî Rojhelatê Kurdistanê bûn.  Li wêrê destê xwe xist nav destê  Pasdar û Besîcên Îranê û dijî hizbên Rojhelat şer kirin.
  • Li Şibata sala 1999ê Evdila Ocelan di sefareta Yonanê da li Nayrobî paytextê Kînyayê ji layê hêzeka komandoyên tirkî ve û bi rezaîbûna  zilhêzên cîhanê hat girtin. Dadgehê hukmê sêdaredanê deyna ser Ocelan. Di rûniştina yekê ya dadgehê da, Ocelan daxwaza lêbûrînê ji dayikên serbazên tirkî kir û got: “Ez daxwaza lêbûrînê ji dayikên şehîdan dikim”. Evdilay xwîna gencên kurdan ji bîr kir. Heke serbazên tirkan şehîd bin, pa ew gencên xwîna xwe di rêya PKKê da riştîn, çi ne?
  • Her di wê salê da hindek danûstandin di navbeyna Ocelan û hukmeta tirkî da çê bûn, li îlona wê sala 1999ê agirbesteka yek alî  hat ragehandin ku bi hîvîya ragirtina şerî bi yekcarî. Tirkiyê hindek mercên ecêb li ser PKKê sepandin, ew bû ku divêt çekdarên PKKê ji Tirkiyê derbikevin! (Helbet mercekê ecêb û seyr e!! Erê çek bo çî ye, heke çekdarên PKKê li Tirkiyê nebin??). Ev merce wê digehîne ku PKK û çekdarên xwe dê dijmindariya kurdan kin li cihê dijimindarîya Tirkiyê bikin. Razîbûna PKKê li ser vî mercî, anku pêkhatina herdu aliyan e ku şerê xwe bibin Başûrê Kurdistanê an jî Rojavayê Kurdistanê da ku Tirkiya bi wê hêcetê leşkerkêşîyê bike ser herdu parçeyên Kurdistanê.  Piştî ku ew merce qebûl kirîn, komeka çekdaran bê merc çûn xwe teslîmî hukmeta Tirkiyê kirin, da ku fişarê li ser Ocelan kêm bikin! Hukmeta Tirkiyê ew kes  havêtin di zîndanan ve û çi giringî bi wan neda.
  • Li sala 2002ê PKKê agirbesta yekalî dirêj kir û hêdî hêdî dest bi karê siyasî kir. Gelek şeredarî ketin destên kurdan û nav û dengên wan belav bûn. Partîya HDPê pişikdarî di dengdanaên Perlemanê Tirkiyê da kir û gelek kursîyên Perlemanî bi dest xwe ve înan. Kurdên Bakûr xweşhalîya xwe bo wê serkeftinê diyar kir û pitir keyfa wan bi karê siyasî hat ji şerê berpakirîyê PKKê yê bê encam. Erdogan aciz bû û rêjeya 10%ê destnîşan kir, anku yê wê rêjeyê derbas neke nikare bikeve di Perlemanê Tirkiyê da. Ji bo kurdan ew rêje/bend wekî man û nemanê bû lewma bi dil û can dengê xwe dan HDPê û ew berbest bi rêjeya 14%ê şikand. Jimareya endam perlemanan gehişt 81 kesan. Siyasetvan û rewşenbîrên kurdan, şîret li HDPê kirin ku pişikdarîyê di hukmeta AKPê da bikin, da ku pitir bişên xizmeta deverên kurdî bikin. Lê bi mixabin serkirdayetîya PKKê li Qendîlê biryar da ku pişikdarîyê nekin û piştî demekê kurt du polîs li Cizîrê kuştin û PKKê kuştina wan xiste stuyê xwe û pövajoya aşityê nema.
  • Di dûv da li Şernexê, Sûra Amedê, Nisêbînê, û Cizîrê xendek di bajêran da dikolan û şerekê bê mifa li wan cihan berpa kir. Encamên wî şerrî, riştina xwîna bi sedan gencên kurdan bû, xirabkirin û malwêranîya bi hizaran malan bû, zîndankirina bi hizaran kesan bû, derbiderbûn û mişextbûna kurdan bû, û hîvî û umêdên kurdan bi yekcarî ji bin birin.

Maytêkirina PKKê di hemî parçeyên Kurdistanê da cihê hêbetîbûnê ye, çunkî her cihê destê PKKê bigehitê, wî cihî xirab dike an jî dibe egerê leşkerkêşîya dewleta Tirkiyê bo wî cihî.

Şengal hat dagîrkirin ji aliyê Dişê ve û bi hizaran xelkê me ketin destên wan. PKKê delîve dît ku ew xelkê perîşan yên ku kes û karên xwe ji dest dayin bo li jêr navekî nû rêk bixe û herwesa bi dehan gencên di bin 18 salîyê da revandin û bi darê kutekê xistin di nav rêzên PKKê da. Çend rêkxiraw û hizib li wêrê damezrandin, li şûna ku wan nêzîkî hev bike û li bin sîbera hizbekê bin, hemî ji hev belav kirin û parçe parçe kirin.

Ûmêda kurdan ew bû ku Şengalê ji destên qirêjên Daişê rizgar bikin, demê hevpeymanan piştevanîya xwe ji bo rizgarkurina Şengalê diyar kir û roja hêrişê destnîşankirî, PKKê ew pilan  hemî aşkira kir û li ser kenalên asmanî roj û tesûyên (saetên) hêrişê bi navê xwe belav kirin ku ew dê Şengalê rizgar bikin. Ji ber hindê hêriş hat paşêxistin bo çend rojên din.  Zêdetir ji 5.000 pêşmergeyên herêma Kurdistanê pişikdarî di wê hêrişê da kirin û Şengal rizgar kir. Dîsan ew destkefte PKKê bi navê xwe da belavkirin. Careka dîtir li gel wan hizbên ji nû avakirîn, daxwaza leşkerê Îraqê û Heşda Şabî kir ku biçin Şengalê, da ku pêşmerge li wêrê nemînin (ew jî her di berjewendîya dagîrkeran da bû). Carûbaran PKKê beyan derdikirin ku ew Şengalê bernadin, helbet ne ji bo parastina xelkê Şengalê bû belku diviya serbazên Tirkiyê bikêşin wê deverê.

Li Rojavayê Kurdistanê, bajêrê Kobanê li ber keftinê bû, hemî dizanin ku zêdetir ji sêçarêkên bajêr keftibûn di destê Daişê da. Pêşmerge bi çekên giran ve gehiştin Kobanê û ji destên Daişan rizgar kir û ew dever  hemî vegerrandin . PKKê ew serkeftin  jî ji bo xwe hesêb kir û alayên PKKê û wîneyên Evdila Ocelan li Kobanê û Efrînê bilind kirin. Ev karê PKKê, otomatîkî, rê dide Tirkiyê ku hêrişê bike ser Efrînê û dagîr bike û zilhêzan çavên xwe niqandin! Paşî Tirkyê çû Serê Kanîyê û Girê Spî jî her bi wê hêcetê ku YPG ser bi PKKê ve ye, ew jî dagîr kirin.

PKK amade ye hemî Kurdistanê teslîmî dagîrkeran bike, lê ne amade ye ku gundekê biçûk teslîmî birayên xwe yên kurd bike! Tiştê herî giring li cem PKKê ewe ku silogana “Bê serok jiyan nabe” vegêrin, bila Kurdistan hemî tê biçe!

Yek ji saloxeyên PKKê ewe ku miletê kurd ji hev dûr bike, ka çewa Beg û Axayan, Ol û mezheban kurd parçe kirine, wesa PKKê jî ew kar  yê encam day û xirabtir jî ya kirî.

Berê xwe bidin van hizib û rêkxirawên PKKê damezrandîn: PKK, YPG, HPG, PÇKD, PAK, TAK, YJA STAR, YDG-H, PYD, YPJ, YPG, PJAK, YRK, HPJ, KODAR.

Herwesa her yek ji van Hizib û rêkxirawan, alayek yê bo dirust kirî, lê alayê Kurdistanê bi yekcarî bilind nakin û qebûl nakin!  Zêdetir ji 30 alayan ji aliyê PKKê ve yên hatîn çêkirin her ji ber hindê ye ku êdî kes alayê Kurdistanê bilind neke û bi pîroz nebîne.

PKKê li destpêka xebata xwe ya çekdarî bi dirûşmên mezin hat meydanê û daxwaza serxwebûnê ji bo her çar parçeyên Kurdistanê dixwast. Piştî girtina Ocelan piç piç e, dirûşmê xwe guharrtin û nuha dibêjin: Demokrasî ji bo gelan!

Li dawîyê ji bo mirovî diyar dibe ku armanca PKKê û dewleta Tirkiyê nehêlana kurdan e û her tiştê Ergenekonê dixwast encam bide, PKKê ew bi cî aniye.

Damezrandina PKKê jî her bi rezamendîya wan bû, eve nêzîkî 40 salane PKKê tiştekî wesa nekirîye ku mirov xwe pê serbilind bibîne. Mixabin.

Azadê Batîfî
06-07-2020
Göteborg- Swêd

Back to top button