Civak

Tamata dikire û li ser penaber û hejaran belav dike

Şêx Baz sermayedareke Kurde û bi hemahengî li gel Qaymeqamiya qeza Xebat û Parêzgeha Hewlêrê, projeyek ji bo kirîna tamatayê cotkarên deverê ragihand ku ji sibê ve dest bi kirîna tamata û belavkirina wê dike.

Qaymeqamê Qezaya Xebat got: 500 donim tamata li wî deverê heye, biryare ji sibê ve li çar rêya Kevirgoskê tamata wan cotkaran bikire û paşê tamata li ser wargeh û kampên koçberan û xelkên kêmderamet de dabeş bike.

Her wiha balkişand li ser wê yekê ku renge du rojê din, tamata cotkarên navçeyê Şemamik û çend navçeyeke din werbigrê, lê belê sibê û du sibê taybet dibê bi cotkarên Xebat.

Back to top button