
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta salvegera koça dawî ya serokkomarê berê yê Iraqê Mam Celal peyamek belav kir û tê de ragihand, Mam Celal hêvîxwazê yekrêzî û tolerans û birayetiyê bû.
Îro roja yekşemê 03.10.2021ê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya salvegera koça dawî ya serokkomarê berê yê Iraqê û sekretere giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Mam Celal peyamek belav kir û tê de ragihand:’’Îro di yadkirina koça Serok Mam Celal de bi rêzî yada xebat û têkoşîn ji bo bidestxistina mafên gelnî Iraq û gelê Kurdistanê bi taybetî dikin.
Herwiha Nêçîrvan Barzanî ragihandiye: ‘’Mam Celal hêvîxwazê yekrêzî û tolerans û birayetiyê bû ku kîlîda serkeftina me ye. Yada te bi xêr û rihê te şad.’’