CivakRojev

Tenê HDP wek muxatab bê girtin ne rast e

Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu got “Di pirsa Kurd de muxatab hemwelatiyên Komara Tirkiyê ne. Dema mijar dibe pirsa Kurd tenê HDP, dema ku hûn di derbarê Tirkan de partiyekê din muxatab bigrin, ne helwesteke rast e.”

Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu li Stenbolê ji rojnamevanan re axivî.

Ahmet Davutoglu 1ê Cotmehê wek Newroza siyaseyê bi nav kir û got “Parlamento vedibe û parlamenterên ku havînê li Anatolyayê ne vedigerin Enqerê. Bi rojevên nû ve siyaset vedibe. Me xwest hevdîtina yekem bi çapemeniya Stenbolê re bikevin serdemeke wisa.”

Davutoglu diyar kir ku Stenbol xizneya herî mezun ya Tirkiyê ye û parastina Stenbolê erka her kesî ye. Herwiha Davutoglu di derbarê nifûsa Stenbolê de îstatîstîkan da û tekez kir dibê ku di demeke nêz de Stenbol rû bi rûyê pirsgirêkan bimîne.

Serokê Partiya Pêşerojê amaje bi wê yekê kir ku li Colemêrga Bakurê Kurdistanê hejmara ajalan daketiye û zozan vala man e. Herwiha Davutoglu da zanîn ku li Sêwazê nifûs daketiye 736 hezarî.

Ahmet Davutoglu desnîşankir ku li Çewligê nifşê nû dixwazin biçin Stenbolê û li Colemêrgê rêjeya bêkariyê di nav ciwanan de gihiştiye ji sedî 70.

Li aliyê din Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu li ser pirsa “CHP got pirsa Kurd bi HDPê re dikare bê çareserkirin. Hûn HDPê wek hevparê dibînin, di pirsa Kurd de muxatabê siyasî kî ye? wiha bersiv da:

“Wek hemû hemwelatiyên me pirsgirêkên hemwelatiyên me yên Kurd jî hene. Ligel pirsgirêkên demokratîkbûna giştî ya Tirkiyeyê, bi taybet li herêmê wek danîna qeyûman pirsgirêkên hemwelatiyên me yên Kurd hene. Heta niha ji bo me hemû partî muxatabin. Em bi hemû partiyên ku bi qanûnî hatine damezirandin, çalakiyan dikin û di parlamentoyê de ne hevdîtin bikin. Di derbarê vê de rezerv danîn, dê ji bo partiyên siyasî, ku hêmanên herî bingehîn ên demokrasiyê ne jî bibin pirsgirêk. Muxatab hemwelatiyên Komara Tirkiyê ne. Dema mijar dibe pirsa Kurd tenê HDP, dema ku hûn di derbarê Tirkan de partiyekê din muxatab bigrin, ne helwesteke rast e. Dê li Tirkiyeyê pêkhateyeke etnopolîtîk derkeve holê. Her mijar dikare bi HDP û partiyên din re bê nîqaşkirin. Dê rast be ku em di derbarê pirsgirêka Kurd de bi hemû beşên civakê re pêşve biçin.”

Back to top button