PolîtîkRojev

PKK li Şingalê bûye caş ji Heşda Şeibî re!

Çekdarên ser bi PKKê ve riya Sinunê û Şerfedîn li pêşiya endam û alîgirên PDKê girtin û nehiştin endamên PDKê biçin kampanya hilbijartinan li Şingalê bikin. Berpirsê PDKê li Şingalê jî dibêje, emê van rojan vegerin Şingalê û emê rewşa Şingalê baş bikin û dest bi avedankirinê bikin.

Aştî Koçer Berpirsê Şaxa PDKê li Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Rêgiriya PKKê li kampaniya PDKê li Şingalê ji ber wê yekê ye ku PDK partiya rastî ya Kurdistanê ye û PDK xwedî lêveger û serkirdayetî ye. PKK ev çend sal in ku rêgir e li devera Şingalê. Li gorî yasayê ji mafê berbijêrên me ye ku bangeşeyê bikin li her cihekî. Duhî yên ku 16ê Cotmehê xiyanet kirin hatibûn Şingalê û PKK rêgirî li wan nekir.”

Aştî Koçer

Koçer wiha got: “Di rojên bê de PDK dê bi serbilindî vegere Şingalê û emê rewşa Şingalê baş bikin û emê dest bi avakirina wê bikin.”

Aştî Koçer wiha domand: “Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Kurdistanê derbarê Şingalê lihev kirine ji bo normalkirina rewşa Şingalê, lê mixabin PKK û Heşda Şeibî nahêlin ew lihevkirin bicîh were û rewşa Şingalê baş bibe. Îro jî hevahengî hebû di navbera Herêma Kurdistanê û Bexda de ji bo bangeşeya PDK li Şerfedîn, lê PKK bûye caş ji Heşda Şeibî re û em naxwazin xwîn birje.”

Back to top button