Nêçîrvan Barzanî: Yê serkevtî gelê Kurdistanê ye
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê dengê xwe da. Piştî dengdanê, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî da xûyakirin ku,Encamên hilbijartin çibib bila be, ye serbikeve dê her gelê Kurdistanê be.Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî piştî ku dengê xwe da, ji rojnemevanan re got: Ez jî weke her welatiyekî din hatime dengê xwe bidim. Dengdan mafê hevwelatiyan e. Ez hêvî dikim, ku bi awayekî aram birêve biçe û xelkê Kurdistanê biçin ser sindoqên dengdanê ji bo hilbijartina nûnerên xwe.”Nêçîrvan Barzanî herwiha daxwaz kir, ku prosesa hilbijartinan bi aramî birêve biçe û got: “Daxwaz ji welatiyan û hêzên ewlehiyê dikim ku ewlehiyê biparêzin. Gelek giring e, ku ev proses bi aramî û bê kêşe birêve biçe.”Serokwezîrê Herêma Kurdistanê da xuyakirin, bi lidarxistina gera pêncem a hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê, xelkê Kurdistanê aliyê serkevtî yê proseyê ye û got: “Encamên hilbijartinan her tiştek be jî, ev hilbijartin her hilbijartin e ji bo diyarkirina parlamentoya Kurdistanê , yê serkevtî her xelkê Kurdistanê ye, ku dixwaze bi rêya proseyeke demokratîk nûnerên xwe hilbijêre.”Li ser egera derketina alozî yan şer di navbera alî û hêzên siyasî yên Kurdistanê de, serokwezîr ragihand, ti tiştekî wisa nîne û ew tiştên ku di proseya bangeşeya hilbijartinan de tên gotin, asayî ye, ji ber ku her aliyek hewl didin ku bernameya xwe bi baştir bigihînin xelkê.Li ser posta serokomariya Iraqê jî serokwezîr Nêçîrvan Barzanî diyar kir, ku her aliyekê PDK û YNKê kandîdê xwe diyar kirine, me pêşniyar kiriye ku ev mijar di navbera fraksyonên Kurdistanî de were çareserkirin û pêwîst e ku Kurd li ser berbijêrekî li hev bikin.