Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê li binkeyeke dengdanê amade bû û ji bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê dengê xwe da û got ya ku girîng e serkeftina gelê Kurdistanê ye.Serok Barzanî piştî dengdanê, di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, “Gelê Kurdistanê mafê xwe di proseyeke demokratîk de bikar tîne û bi awayeke demokratîk dengê xwe dide.”Serok Barzanî got: “Di encamê de ya ku giring e serkeftina gelê Kurdistanê ye.”Serok Barzanî hêvî kir, ku proseya hilbijartinan bi şêweyekê aram û serkeftî birêve biçe.