Civak

Mesrûr Barzanî: Bila serkeftina hilbijartinan serkeftina me hemûyan be

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê li bajarokê Pîrmamê dengê xwe bi kar anî. Mesrûr Barzanî piştre di daxuyaniyekê de ragihand, pêwîst e hemû aliyên siyasî serkevtina proseya hilbijartinan weke serkevtina xwe bibînin.Mesrûr Barzanî piştre di daxuyaniyeke rojnamevanî de hêvî kir, ku ev hilbijartin bi aramî birêve biçe.Mesrûr Barzanî wiha got: “Hêvîdar im ev prose bi pakî birêve biçe, xelk bikare deng bide kesên ku baweriya pê heye. Hêvîdar im hilbijartin serkeftî be, serkeftina hilbijartinê serkeftina hemû aliyan e.”Mesrûr Barzanî wiha domand: “Pêwîst e hemû aliyên siyasî serkevtina proseya hilbijartinan weke serkevtina xwe bibînin. Hêvîdar im PDK serkeftineke mezin bidest bîne.”Derbarê kursiyê serokmariya Iraqê jî, Mesrûr Barzanî ragihand: “Ew kursî yê xelkê Kurdistanê ye û pêwîst e ew kesê ku serokmar be, nûnerê piraniya xelkê Kurdistanê be. Niha ku Fûad Husên berbijêr e, em piştgiriya wî dikin.”

Back to top button