
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî da xûyakirin ku, wek hikûmeta Kurdistanê rojek ji rojan ji bo piştgirî û pêşxistina xwendin û zanînê xwe nedane paş û got: “Ev yek jî dide nîşandan ku erkê me tenê xebata çiya û pêşmergetî nebûye, herwiha xwendin û zanistî jî bûye. Em dixwazin Kurdistanê bikin şahgula Rojhilata Navîn.”Îro , 29-09-2018ê li Hewlêrê bi beşdarbûna nûner û konsulên welatên biyanî û berpirsên hikûmî, rêwresma xelatkirina xwendekarên yekemîn ên werzê xwendinê yê 2017-2018ê birêve çû.Di rêwresmê de Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir xwendin û zanîn ne tenê ji bo pêşxistina kes e û herwiha ji bo avakirina civakeke bihêz e. Nêçîrvan Barzanî gotineke helbestvanê navdar ê Kurd Fayiq Bêkes jî xwend û wiha berdewam kir: “Helbestvanê mezin ê Kurd Fayiq Bêkes beriya 75 salan di helbesta xwe ya Sedsala Bîstem de gotiye; dermanê derdê me xwendin e, rewişta pak û xizmetkirine. Derbarê xwendin û zanistê de ez gotineke din jî bînim bîra we. Nivîskarê Amerîkî William Eagleton li ser navê Komara Mihabadê pirtûkek nivîsiye û dibêje; di Şoreşa Îlonê de dema xwendekarek dihat bibe pêşmerge, Barzanî bang li wî dikir û ew vedigerande xwendinê û jêre jî digot, here xwendina xwe temam bike. Ji ber ku pêwîstiya me zêdetir bi xwendin û zanistê heye. Gotinên vî helbestvan û wî nivîskarê mezin jî belgeya wê yekê ne ka gelê Kurdistanê ji serdemeke pir pêş ve giringiyê dide xwendinê. Bêguman wan dizanî, ku xwendin û zanîn bingeha civakeke hişyar û jiyaneke pêşkeftî û serdemiyane.”Di berdewama axaftina xwe de Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê kir, ku salên borî bi tevê hebûna qeyrana darayî û astengiyan jî hikûmeta Herêma Kurdistanê hertim piştgiriya xwedin û zanînê kiriye û got: “Hebûna hejmareke zêde yê dibistan û peymangehan li Herêma Kurdistanê van gotinên me diselmîne. Ev yek jî dide nîşandan ku erkê me tenê xebata çiya û pêşmergetî nebûye, herwiha xwendin û zanist jî bûye. Em dixwazin bi xwendin û zanistê pêşbirkê li gel derdora xwe bikin. Ew ên duh digotin Kurd bibin hikûmet jî nikarin xwe birêve bibin niha bi xwe bi awayekî paş de mane ku nikarin bigihin toza karwanên Kurdistanê.”


