Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî xebatên Jan Kubiš bilind dinirxîne

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kudistanê, roja duşemê 03.12.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Jan Kubiš şandiyê taybetiyê sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî ji bo karûbarên Îraqê kir ku bi minasibeta bidawîhatina wezîfeya li Îraqê û bi mebesta xatirxwastinê serdana serowkezîr kiribû.

Jan Kubiš behsa kar û çalakiyên xwe yên li Îraq û Herêma Kurdistanê encam dane kir û sipasiya serokwezîr, hikûmet û saziyên peywendîdarên hikûmeta Herêma Kurdistanê ku hevkarî û hevahengî pê kirye kir, hêvî xwest ku pêşkeftinên Herêma Kurdistanê berdewam bin. Beşdariya Herêma Kurdistanê di hikûmeta nû ya Îraqê de bilind nirxand.

Nêçîrvab Barzanî sipasiya xebatên Kubiš kir ku di rewşeke dijwar de li Îraqê kar kir û hertim dixebitî ku aliyên îraqî nêzîkî hev bike aramî û aşitiyê pêk bîne.

Serowkezîr hêvî xwest ku Jan Kubiš di wezîfeya xwe ya nû de serkeftî be û got ku Herêma Kurdistanê hertim weke mala wî ya duyem dimîne.

Back to top button