Civak

Nêçîrvan Barzanî xatir xwest

 Hikûmeta herêma Kurdistanê, îro roja sêşemiyê 17ê gulana 2014ê li bajarê Hewlêrê, di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê û bi amadebûna Îmad Ehmed cîgirê serokwezîr civîna xwe ya dawîn saz kir.

Di destpêka civînê de Nêçîrvan Barzanî amaeje bi wê yekê kir ku, tiştê ji bo wî û hikûmeta herêma Kurdistanê cîyê şanaziyê ye; hikûmeta herêma Kurdistanê karî aramî û îstîqrara siyasî li herêma Kurdistanê bi cî bike û ev jî karê hemû kabîneyê bi hev re bû.
Serokwezîr bi taybetî sipasiya Îmad Ehmed cîgirê serokwezîr kir ku, ew dê ji îro şûnda wezîfeya hikûmetê bicî bihêle û wezîfeyeke hizbî werbibire û got ku, ew gelek alîkar û hevkar bû û barekî giran li ser milên wî sivik kiri bû û rojane piraniya karûbarên îdarî birêve dibirin û her ji wê roja berprisiyarî wergirtî şûntiliyên wî di hemû waran de diyar in, herwesa, ew hertim alîkar bû.

Nêçîrvan Barzanî hêviya serkeftinê ji bo wan wezîran yên ku, dê di kabîneya heştem jî de bimîn in xwest û kêfxweşiya xwe jî li hember wê yekê nîşan da ku, Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê Qubad Talebanî bo cîgirê serokwezîr diyar kir. Barzanî got ku, ew û Qubad Talebanî û hemû wezîrên kabîneya bê dê pêwîstî bi hevkariya wezîrên kabîneya heftem û ji hemûyan zêdetir pêwîstî bi hevkariya Îmad Ehmed hebe.

Serokwezîr got ku, kabîneya heştem di qonaxeke nû de dirust dibe û qonaxa modeleke din a hukimdariyê li herêma Kurdistanê  dest pê dike. Barzanî daxwaza lêbihurînê ji wezîran kir; eger rojekê di dema karkirinê de dilê wan êşand be, û tekîd li wê yekê kir ku, wezîr dikarin li derveyî hikûmetê jî alîkariya kabîneya heştem a hikûmeta herêma Kurdistanî bikin:

– Gelek sipas ji bo hemû karên we û şûntiliyên we li Kurdistanê diyar in, raste me hemû tişt nekirin, lê belê me tiştên mezin kirine, hêviya serkeftinê ji bo we hemûyan dixwaz im.

Îmad Ehmed cîgirê serokwezîr, ji aliyê xwe ve, ji bo wê bawerî û piştgiriya li karên wî hatiye kirin, sipasiya Nêçîrvan Barzanî kir û got ku, karkirin digel Nêçîrvan Barzanî wisa dike ku, mirozî bawerî bi xwe hebe û pêşbikeve û: ”Li her cîyê ez lê bim, ez xizmetkar û dilsozê Kurdistanê dibim.”  Îmad Ehmed sipasiya serokwezîrê herêma Kurdistanê kir ku, her ji destpêkê gelek hûrbînî û dilsozîya xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkan nîşan daye û yê pişt rast bû ku, dê di kabîneya heştem jî de  biserkev in.

Her di civînê de, wezîran jî behsa karûbarên wezaretên xwe kirin û sipasiya serok û cîgirê serokwezîr kirin û hêviya serkeftinê ji bo kabîneya heştem xwest in.

Di dawiyê de Qubad Talebanî kandîdê postê cîgirê serokwezîrê kabîneya heştem got:

– Cîyê şanaziyê ye ku, ev wezîfe bi min hatiye dan daku, berdewamiyê bi karûbarên birêz Îmad Ehmed bidim û ji bon min şanaziye ez bikarim, di warê xizmet û rêvebirina karan de, hevkariya Nêçîrvan Barzanî bikim.

Back to top button