Polîtîk
Da'îş helîkopterekî Iraqî xiste xwarê
Çekdarên “Da’îş” li Felluce helîkopterekî serbazî ya artêşa Iraqê xistin xwarê.
Li vî derbarî de Ajansa Associated Press li rêya çavkaniyeke li nav artêşa Iraqê belav kiriye, ku li Felluce helîkopterekî artêşa Iraqê xistiye xwarê.
Eve jî eşkere kir ku Firokevan û Cîgirê wî li rûdawê da hatine kuştin û dû serbazên din jî dîl hatine girtin.
Dewleta Îslamî li Iraq û Şam “Da’îş” piştî rûdawê berpirsiyariya xistina wê helîkopterê xistiye stuyê xwe.
Eve jî duyemîn helîkopterê serbazî ya Iraqiye ku ji aliyê Da’îş ve dikeve xwarê.