Polîtîk

Al Jazeera: "Ji bo ragihandina dewletê baştirîn dem li pêşiya Kurdane"

Televizyona Al Jazeera raporek di derbarê rewşa dawî ya Iraq û Kurdistanê de belav kiriye ê dibêje “Ji aliyê Pêşmerge ve bi destxistina Kerkûkê ku gelek car bi Qudisa Kurdê Iraqê dinasînin, zêdetir li gihîştina bi armancên wan û serbixweyî yê nêzîk dibin”.

Raporê de dibêje: “Kurd, ew neteweya 30 milyone ku niha xwediyê Herêmekî geşe li Bakûrê Iraq û çendîn sale herêma xwe pêk anîne, piştî derbasbûna çendîn sal, niha ew xwediyê peymana ‘Milyar dolarî’ ne li gel Tirkiyê”, her wiha li ruyê bînasazî û aborî ve pêşketinekî zêde bi xwe ve dîtiye.”

Her çende Kurd heta niha bi tevahî ne serbixwe ne û wekî beşeke ji Iraqê têne temaşekirin, lê belê niha ku Kerkûk kete bin destê wan, serketiyê lîstokê ewin û nêzîkî xewna xwe ya kevin dibin. Ew Kerkûkê bi qudisa Kurdan didin nasîn, piştî ku artêşa Iraqê wan navçeyan çol kir, ew bajar bi tevahî ji aliyê Pêşmerge ve hatiye girtin”.

Al Jazeera dawiya rapora xwe de dinivîse: “Hikumeta Herêma Kurdistanê divê niha ji berê zêdetir helwesta xwe rûn bike. Ji ber ku niha baştirîn deme ji bo gihîştina armancên wan ya bi taybetî ji bo serbixweyî û damezrandina dewletê ji ber ku niha êdî Kerkûk li destê Kurdan daye.”

 

Back to top button