Polîtîk

Zehmete rewşa Iraqê vegere wek berê

Li gora nûçeyek ya Rudawê, Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar dike ku zehmete rewşa Iraqê vegere qonaxa berî bûyerên Mûsilê.

Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvînekê de ligel BBC behsa rewşa niha Iraqê dike û sedema têkçûna rewşa ewlekariyê dixe stûyê serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî.

Nêçîrvan Barzanî dibêje “Rewşa ewlekariyê ne tenê ji ber êrîşên DAÎŞê têkçûye, lê belê ew encama siyaseta şaş a Malikî ye ku Sune piştguhkirine”.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha dibêje “Baweriya Kurdan û Sune bi Malikî nemaye û divê piştî ku rewş aram bibe, Malikî dest ji posta xwe berde”.

Nêçîrvan Barzanî diyar dike “ku zehmete êdî Iraq yekgirtî bimîne” û dibêje pêwîste Suneyên Iraqê mîna Kurdan herêmeke wan a serbixwe hebe û vê yekê wek modêla herî baş ji bo birêvebirina Iraqê dibîne.

Derbarê livandina hêzên pêşmerge li navçeyên ku ji Başûrê Kurdistanê hatine veqetandin de, serokwezîr Barzanî tekîd dike ku armanca hêzên pêşmerge ne ewe ku têkeve nav bajarê Mûsilê û dibêje “parastina sînorên Herêma Kurdistanê di destpêka her karekî pêşmerge de ye”.

Back to top button